Alîkarê qeyûmê Dêrikê îstifa kir 2022-03-14 16:56:50   MÊRDÎN - Abdullah Osmanoglû ku li Şaredariya Dêrikê weke alîkarê qeyûm dixebitî ji peywira xwe îstifa kir.   Şaredariya Dêrikê ya Mêrdînê, di 16'ê mijdara 2019'an de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hat dagirkirin û qeyûm tayînî şûna hevşaredarên HDP'î hat kirin. Şaredariya Dêrikê ya di bin dagirkeriya qeyûm de bi nelirêtiyan di rojevê de ye. Beriya niha derketibû holê ku fona ji bo kesên xizan hatiye veqetandin ji aliyê burokratên şaredariyê yên Miduriyeta Karên Civakî ve di ger û geştê de hatiye bikaranîn. Niha jî şaredarî bi îstifakirina Midurê berê yê Çandiniyê yê Navçeyê Abdullah Osmanoglû ku weke alîkarê qeyûm tayînî şaredariyê hatibû kirin di rojevê de ye.    Li gorî angaştan Osmanoglû, ji ber nelirêtiyên ku li şaredariyê tên kirin kesên berpirsyarên nelirêtiyê û rêveberiya qeyûm hişyar kiriye û ji peywira xwe îstifa kiriye. Hat hînbûn ku bi taybetî jî Osmanoglû ji ber nelirêtiyên Cîgira Midurê Xizmetên Malbat û Jinan Sûltan Ozen hilyariyan kiriye û bi hinceta ku hişyariyên wî tên paşguhkirin îstifa kiriye.     Osmanoglû, derbarê îstifakirina xwe de ji ajansa me re angaşt kir ku ji ber sedemên şexsî îstifa kiriye û dixwaze pîşeya xwe bidomîne. Her wiha Osmanoglû angaşt kir ku eleqeya îstifakirina wî bi angaştên mijara gotinê ne re tuneye.