Tenduristkaran Cejna Tibê pîroz kir 2022-03-14 21:08:41   AMED – Rêxistinên tenduristiyê yên li Amedê, bi boneya 14'ê Adarê Cejna Tibê li hev kom bûn û Cejna Tibê bi şahiyekê pîroz kirin.    Sedikaya Kedkarên Tentdûristiyê (SES) ya Şaxa Amedê, Odeya Bijîşkan a Amedê, rêxistinên tenduristiyên yên demokratîk û komîsyonên Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê bi boneya 14'ê Adarê Cejan Tibê li navçeya Rezanê li Hêwana Dawetê ya Demîrokê li hev kom bûn. Parlementerê Partiya Demokratîka  GElan (HDP) ê Êlihê Necdet Îpekyuz, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê û kedkarên tenduristiyê tevli şahiyê bûn. Li hêwana şahiyê pankartên li ser, "Nexwaşiya Herî mezin bindestiya civakê ye", "Li hember pergala ku nexwaşiyan diafirîne tendûristiya civakê ava bike" û "Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafekî bingehîn e" nivîsandî hatin daliqandin.    Di şahiyê de Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Turan û Hevserokê SES'ê Şiyar Gultekîn bi boneya Cejna Tibê axaftineke krut kirin.    Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz jî gotina "me bi ciwanê dest pê kir, em ê bi ciwanî biqedînin" bibîr anî û got: "Ger lic ihekî şer hebe, dê her tişt nebaş be. Em ê mil bidin milê hev du û heq ji vê derkevin. Hevalên me Îdrîs Balûken, Selçûk Mizrakli û kedkarên din bi awayekî fizîkî ne li cem me bin jî, lê bi ruhê xwe li cem me ne."    Zehra Tosûn jî li ser navê xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê axivî û destnîşan kir ku di serî de li Tirkiyeyê û bi giştî li tevahiya cîhanê gava şerê aborî û siyasî hebe, ne pêkan e ku mirov behsa tenduristiyê bike û dê li ber zext û zoriyên ji ber vî şerî serî netewînin.    Piştî axaftinan hunermend Mizgîn Tûran û Hîvron derketin ser dikê.   Çalakî bi govendgerandinê û berzkirina dirûşmeya "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.