‘Armanca çalakiyan teşhîrkirina raporên ATK’ê ye’ 2022-03-15 09:10:04 STENBOL - Berdevkê TDÎ’yê Ertan Çita qala kampanyaya “Azadî ji girtiyên nexweş re” kir û wiha got: “Çi eleqeya ATK’ê bi zanist û tipê re nemaye. Me bi çalakiyên xwe xwest ku biryarên nerast ên ATK’ê teşhîr bikin.”  Bi mebesta piştgirî û piştevaniya bi girtiyên nexweş û berdana wan, Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyên Nexweş re (TDÎ) di 20’ê çileyê de bi dirûşma “Azadî ji Girtiyên Nexweş re” dest bi kampanyayê kir. TDÎ’yê di çarçoveya kampanyayê de li pêşiya Saziya Tipa Edlî (ATK) û edliyeyan nobet girtin, li pêşiya girtîgehan daxuyanî dan, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş belavok belav kirin û gelek çalakiyên cuda li dar xistin. Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan, hiqûqnas, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî piştgirî dan çalakiyan. TDÎ, dê fînala kampanyaya xwe jî di 18’ê adarê “Roja Piştevaniya bi Girtiyên Polîtîk ên Navneteweyî re” de bide. Înîsiyatîf dê di 18’ê adarê saet di 21.00’an de li ser medyaya civakî xebata hastagê ya bi navê #devrimcitutsaklaraözgürlük bide destpêkirin. Her wiha dê di heman rojê de derheqê rewşa girtiyên nexweş û binpêkirinên li girtîgehan, li Keştîgeha Kadikoyê daxuyaniyê bide.    Ji bo pêşîlêgirtina çalakiya înîsiyatîfê, Qeymeqamtiya Bahçeşîr a Stenbolê heta mehekê biryara qedexeyê da. Lê tevî vê yekê çalakî bi belavkirina broşûran, bi daxuyaniyên li ber deriyên girtîgehan û bi nobetan berdewam kirin. Berdevkê TDÎ’yê Ertan Çita têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî.    ARMANCA ÇALAKIYAN    Ertan Çita, anî ziman ku ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dest bi xebatan kirine û wiha got: “Armanca me ya esasî, teşhîrkirina biryarên nerast ên ATK’ê ne. Biryarên ATK’ê, biryarên siyasî ne. ATK, li gorî etîka tip û zanistê tevnagere. Ji bo girtiyên ku dest û lingên wan tune û nikarin bi tena serê xwe bijîn, rapora ‘dikare li girtîgehê bimîne’ dide. Wan girtiyan terkî mirinê dike. Çi eleqeya ATK’ê bi zanist û tipê nemaye. Ev rapor tevek jî biryarên siyasî yên dewletê ne û bi hesta tolhildanê tên dayîn. Em dixwazin van biryaran teşhîr bikin û zextê li wan kesên van biryaran didin bikin.”   ‘GIRTÎ TERKÎ MIRINÊ HATINE KIRIN’   Di berdewamê de Çita diyar kir ku çalakiyên wan hatin qedexekirin û wiha pê de çû: “Lê dîsa jî me dengê xwe gihand her deverê. Me xwest bi çalakiyên xwe yên li ber deriyê ATK’ê, li pêşiya girtîgehan û edliyeyan rewşa girtiyan têxin rojevê. Em mecbûr in ku bibin dengê girtiyan û daxwazên wan bigihînin derve. Girtiyên nexweş di nava çar dîwaran de terkî mirinê hatine kirin. Ev nêzî 10 salane ku tu girtiyekî nexweş nehatiye berdan. Yên hatine berdan jî 3 roj piştre jiyana xwe ji dest dane. Ev polîtîkaya dewletê ye. Dibêje bila ne li girtîgehê lê li derve bimrin.”    ‘MUXATABÊ VÊ PISGIRÊKÊ DEWLETE’   Çita herî dawî bal kişand ser pirsgirêkên li girtîgehan û ev tişt anî ziman: “Pirsgirêkên li girtîgehan, ji bo welatekî pirsgirêka herî dilêş e. Dewlet çiqas êrişî derve bike, hîn zêdetir êrişî hundir dike. Çalakiyên malbatan jî bêyî sedemekî nîşan bide, qedexe dike. Muxatabe vê pisgirêkê dewlete. Girtiyên nexweş bi destê dewletê tên qetilkirin lê dewlet vê rastiyê red dike. Divê malbatên me xwedî li zarokên xwe derkevin û piştgiriyê bidin çalakiyan. Divê dewlet girtiyên nexweş berde û terkî mirinê neke. Ji bo vê jî divê malbatên girtiyan têkoşîneke hevpar bidin. Heke gel bibe yek û pêkve li hemberî vê polîtîkayê têbikoşe, wê demê dê çareserî jî pêş bikeve.”   MA/ Mazlum Engîndenîz