Kurd ji bo Newrozê astengiyan nas nakin! 2022-03-15 09:13:52 WAN - Siyasetmedar Abdurrahman Dogar ê ku di pîrozbahiya Newroza sala 2008’an de li Wanê serokê DTP’a Wanê bû û di wê Newrozê de xelk hat îşkencekirin got: “Kurd astengî û qedexeyên li pêşiya Newrozê nas nakin. Çi dibe bila bibe dîsa jî pîroz dikin.” Li Wanê di sala 2008’an de pîrozbahiya Newrozê ji aliyê Walîtiya Wanê ve hatibû qedexekirin. Bi sedan polîs êrişî welatiyên ku hewl dan biçin qada pîrozbahiyê kiribûn û dîmenên hovîtiyê derketibûn holê. Polîsan bi ava şid, bombeyên gazê û jopan êrişî jin, dayik û zarokan kiribû. Dîmenên êrişa wê demê ji bîra mirovan neçûye. Wan dîmenan di raya giştî de deng vedabû û tundiya dewletê ya li hemberî xelkî raxistibû ber çavan.    PÎROZBAHÎ HAT QEDEXEKIRIN    Rêxistina Partiya Civaka Demokratîk (DTP) ya Bajarê Wanê pîrozbahiya Newrozê roja 22’ê Adarê diyar kiribû. Walîtiya Wanê ragihandibû ku ji bilî roja 21’ê Adarê destûra rojek din nade ku pîrozbahî were lidarxistin. Rêveberiya DTP’ê jî diyar kiribû ku ew ê guh nede biryara Walîtiyê. Hevdîtin di navbera rêveberiya DTP’ê û Walîtiyê de hatin kirin, tu encam jê derneket. DTP’ê ragihand ku ew ê roja 22’yê adarê li Cadeya Cumhuriyetê pîrozbahiyê li dar bixe. Walîtiya Wanê pîrozbahiya Newrozê ji binî qedexe kir û bû sedema nerazîbûna xelkê Wanê.     DU KES HATIN QETILKIRIN    Sibeha 22’yê adarê ji taxên Wanê bi hezaran kes berê xwe da cihê pîrozbahiyê Cadeya Cumhuriyetê. Her kêliya ku çû girseya gel gihîşt bi hezaran. Rayedarên Walîtiyê û Midûriyeta Polîsan dît ku girse zêde dibe, bi rêveberiya DTP’ê re hevdîtin kir û xwest girse belav bibe. Di kêliya ku hevdîtinê li avahiya Walîtiyê berdewam dikir, bi sedan polîs êrişî girseya li ber avahiya DTP’ê kir. Di êrişê de polîsan derdora jin, dayik û zarokan girt û bi çavsorî êriş bir ser wan. Polîsan bi jopan û daran êrişî xelkê kir. Vê êrişa polîsan adeta bajêr rakir serhildanê. Piştî êrişî hema bêje li tevahiya cade û taxên bajêr agirê Newrozê hat vêxistin û gel rabû serhildanê. Di êrişan de welatiyê bi naê Zekî Erînç hat qetilkirin û 130 welatî birîndar bûn. Ji birîndaran welatiyê bi navê Ramazan Dag hefteyek şûn ve li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Ji wan dayikên ku îşkence li wan hat kirin Mahbûp Kurt û Serokê DTP’a Wanê yê wê demê Abdurrahman Dogar behsa wê êrişa sala 2008’an kirin.    ‘BI HEMAN RUHÎ HAT PÎROZKIRIN’    Siyasetmedar Abdurrahman Dogar diyar kir ku dewletê wek berdewamiya polîtîkaya valakirina gundan dixwest pîrozbahiyên Newrozê jî bên qedexekirin û ji bo vê jî her cûre qedexe disepand. Dogar anî ziman ku tevî hemû qedexe, êriş û bedelên hatin dayîn jî kurdan dest ji pîrozbahiya Newrozê berneda û got: “Bo nimûne; di sala 1992’yan de destûra pîrozbahiya Newrozê nehat dayîn. Tevî qedexekirinê jî gel bi ruhek berxwedêr û coş Newrozê bi awayekî pîroz kir. Wê rojê li tevahiya Wanê Newroz hat pîrozkirin. Panzêr, tank û topan berxwedana gelê Wan ranewestand. Tevî gulebaranê jî gel neçû malên xwe û heta nîvê şevê pîrozbahî hatin kirin û gel azadiyê qîr kir. Piştî sala 1992’yan tevahiya pîrozbahiyan bi heman ruhî hat pîrozkirin.”   ‘BI SED HEZARAN KES RABÛN SERHILDANÊ’    Dogar êrişa li ser pîrozbahiya Newroza sala 2008’an bi bîr xist û wiha got: “Dayik û jin hatin dorpêçkirin û hatin îşkencekirin. Di wê serdemê de AKP bi dizî û talana xwe ya li bajêr dihat nasîn. AKP di wê serdemê de her ku diçû hêza wê têk diçû. AKP’a ku pêvajoyek nebaş derbas dikir, pîrozbahiya Newrozê qedexe kir. Bernameya me li gorî 22’yê mehê hatibû amadekirin. Lê destûr nedan. Her deverê bajêr ji aliyê polîsan û leşkeran ve hatibû dorpêçkirin. Tevî vê dorpêçê jî lê dîsa jî nikaribûn pîrozbahiyê û coşa gel asteng bikin. Bi sedhazaran gelê bajêr rabû serhildanê. Bi awayek tund êriş kirin lê dîsa jî xelk ji ya xwe ve nehat xwarê. Gelek hevalên me birîndar bûn û du hevalên me şehîd bûn. Lê belê tevî hemû êrişan û qedexeyan jî pîrozbahiyê bi rojan li bajêr dewam kir. Piştî wê her çiqas astengî hatin derxistin jî lê kurdan guh neda qedexeyan û astengiyan û Newroza xwe pîroz kirin. Kurd êdî astengiyên li pêşiya Newrozê nas nakin.”    ‘ÎŞKENCE LI JINAN KIRIN’    Yek ji wan dayikên roja 22’ê Adara 2008’an ji aliyê polîsan ve hat îşkencekirin Mahbup Kurt jî da zanîn ku tevî ku Newroz hat qedexekirin jî ji malên xwe derketin û ber bi qadê ve çûn. Kurt anî ziman ku polîsan êrişên tund bir ser dayikan û wiha got: “Di kêliya êrişê de polîsan bi hovîtî pê li dayikan kir û jopan li me didan. Gelek dayik hatin îşkencekirin. Ava şid berdidan me. Me li dijî êrişên wan bi ruhê berxwedanê dirûşm berz dikir. Me qedexeya wan nas nekir û heta şevê me li ber xwe da. Em êdî ne kurdên berê ne. Em her tim li ber xwe didin û têdikoşin. Em ê îsal jî bi ruhê berxwedanê biherikin qada Newrozê. Ez dixwazim hemû jin werin tevli pîrozbahiyê bibin.”   MA / Hakan Yalçin