Zebarî yê YNK’î: Hevdîtina Barzanî û Erdogan hevdîtineke fermî nîne 2022-03-15 10:40:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê YNK’ê Zîkrî Zebarî hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Tayyîp Erdogan nirxand û got her hevdîtİnek bêxebera wan hatiye kirin û li gorî wan ev hevdîtinek nefermî ye.    Bertekên li ser hevdîtina Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya di 12'ê Adarê de ya li Antalyayê û naveroka wê ji raya giştî re nehat eşkerekirin, dewam dikin. Nêçîrvan Barzanî ku di çarçoveya Forûma Dîplomasiyê ya Antalyayê de hatibû Antalyayê, bi tevî şandeya xwe li gel şandeya Erdogan ku Wezîrê Parastinê Hulusî Akar, Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Hakan Fîdan, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin û Cîgirê Serokomar Fuat Oktay rûnişt û civîn li dar xist. Kesên beşdarî civînê bûn, civînê weke amadekariyên Tirkiyê yên ji bo operasyoneke nû ya derveyî sînor şîrove kirin.   Hat îdiakirin ku di hevdîtinê de li ser operasyona leşkerî ya li dijî Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Herêma Xweser a Şengalê û Herêma Behdînanê lihevkirin pêk hatiye. Li cihê civîn hat lidarxistin, ala Kurdistanê nebû û ev yek wek nêrîna Tirkiyê ya li malbata Barzanî hat şîrovekirin.    ‘HEVDÎTIN NEFERMÎ YE’   Parlamenterê Yekîtiya Niştamnî Kurdistan (YNK) Zîkrî Zebarî, hevdîtina Barzanî û Erdogan nirxand. Zebarî hevdîtinê wek “zexmkirina hevkariyê” pênase kir û û got: “Bi vê hevdîtinê Tirkiye dixwaze bandora xwe li ser Başûr û her wiha bi pey re jî li ser Mûsil û Kerkûkê çêbike. Armanca Tirkiyê ev e. Ev hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Erdogan ne li ser navê gelê başûr hatiye kirin. Hevdîtina di navbera Nêçîrvan Barzanî û Erdogan de hevdîtinek nefermî ye. Heke li ser navê başûr bihata kirin, wê her du cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê li wir bûna. Cîgirek ji Tevgera Goran e, cîgirek jî ji YNK’ê ye. Lê di vê hevdîtinê de her du cîgir jî nebûn. Lewma ez vê hevdîtinê wek hevdîtinek li ser navê grûpekê hatiye kirin, dibînim.”    ‘TIRKIYE, HERÊMA KURDISTANÊ NAS NAKE’    Zêbarî bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye di warê siyasî de Herêma Kurdistanê nas nake û got: “Ji ber vê yekê di civînê de ala Kurdistanê li pişt serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê nehatibû bicihkirin. Heke Tirkiyê, başûrê Kurdistanê nas bikira, dijminatiya wê nedikir. Dema ku başûrê Kurdistanê nas bike, ji bo berjewendiyên xwe nas dike. Dizane kengê dixwaze bazirganiyê bike yan jî kengê dixwaze başûrê Kurdistanê li dijî kurdên beşên din bikar bîne, nas dike.”    ‘GELÊ BAŞÛR JI HEVDÎTINÊ NERAZÎ YE’    Zêbarî destnîşan kir ku bi salan e Tirkiye hewl dide li Herêma Kurdistanê tevliheviyê derbixe, bandoriya xwe zêde bike û kurdan bixe nav “şerê xwekujiyê” û wiha got: "Tirkiye bi salan e axa başûrê Kurdistanê bombebaran dike. Bi hezaran mirov neçar man koç bikin û bi sedan welatiyên me yên sivîl hatin qetilkirin. Lewma xelkê Başûr ji vê hevdîtinê nerazî ye. Nayê qebûlkirin ku rêveberekî kurd ji bo berjewendiyên partiyek an jî Tirkiyeyê bi Erdogan û MÎT’a Tirk re danûstandinan bike. Ji ber ku Tirkiye heta niha berjewendiyên gelê Başûr nefikiriye, tenê berjewendiyên xwe fikiriye. Ji ber vê yekê gelê Başûr ji vê hevdîtinê qet nerazî ye.”   MA / Omer Akin