Li Enqereyê amadekariyên Newrozê: Werin em li dijî Dehaqan bi hev re têbikoşîn 2022-03-15 11:26:48 ENQERE - Komîteya Amadekar a Newroza Enqereyê lez dan xebatên xwe yên pîrozbahiyê. Komîteyê bang li hemû gelan kir û got: “Werin em daxwazên xwe bi hev re li dijî Dehaqên serdemê biqîrin û bi hev re têbikoşîn.”  Newroza sala 2022’yan dê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” li 72 navendên cuda were pîrozkirin. Starta Newrozê jî bi deklarasyonên Amed û Stenbolê hate dayîn. Li Enqereyê jî xebatên Newrozê bi pêşengtiya Hêzên Ked û Demokrasiyê dest pê kirin. Newroz, dê îsal di 20’ê adarê de li Anitpark a Çankayayê bên pîrozkirin û hunermend Mehmet Atli û koma Jin Ma’yê derkevin ser dikê.    Ji endamên Komîteya Amadekar a Newroza Enqereyê Huseyîn Gokoglu û Fîkret Aslan qala girîngiya Newroza îsal û xebatên xwe kirin.    Goklu, diyar kir ku wekî her sal, îsal jî bi hesta piştevaniyê amadekariyên Newrozê dikin û wiha domand: “Di Newroza par de pandemî kirin hincet û nehêlan zêdetirî 300 kesan beşdarî Newrozê bibin. Lê gel bi coşeke mezin hat û emniyet neçar ma ku gavê paşve biavêje. Zêdetirî 3 hezar kes ketin qadê. Dê Newroza îsal hîn bicoştir û girseyîtir derbas bibe. Enqere, bajarekî kozmopolîte ku gelek milet lê dijîn. Em ê bi coşa Newrozê re li Enqereyê dakevin qadê. Banga me ji bo hemû gelên me ew e ku tev li pîrozbahiya Newrozê bibin.”    BANGA BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ   Têkildarî mijarê Fîkret Aslan jî bal kişand ser çalakiyên karkeran û wiha got: “Li dijî hemû beşên civakê êriş hene. Bi têkoşîneke hevpar a gelan dikare pêşî li van êrişan bên girtin. Em ê bi daxwaza azadî û kar biherikin qadên Newrozê. Amadekariyên me bi coşeke mezin berdewam in. Banga me ji bo hemû gelan ew e ku li kêleka me cih bigirin û li dijî Dehaqên serdemê, em bi hev re daxwazên xwe biqîrin. Em banga bilindkirina têkoşînê li hemû gelan, kedkar û karkeran dikin û vedixwînin Newrozê.”