Agirê ewil ê Newroza 2022’yan hat vêxistin: Niha dem dema azadiya Ocalan û serkeftinê ye 2022-03-15 11:43:37 ŞIRNEX - Agirê ewilî yê Newroza 2022’yan li navçeya Elkê hat hilkirin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku Newroz serîhildana kurdan e û got: “Ji bo dem dema serkeftinê û azadiya birêz Ocalan e.”   Îsal pîrozbahiyên Newrozê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê lidarxistin. Newroz bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelna (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Xebata Tifaqa Kurdistanî tê pîrozkirin. Starta pîrozbahiya Newrozê ya ewil li navçeya Elkê ya Şirnexê ku dikeve ser sînorê başûrê Kurdistanê hat dayîn.    Heserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenterên HDP’ê, aktîvîstên TJA’yê beşdarî pîrozbahiyê bûn.    Her wiha ji Mêrdîn, Êlih, Sêrt û Colemêrgê jî gelek kes beşdarî pîrozbahiyê bûn.      MEŞ LI DAR XISTIN    Siyasetmedar û xelkê navçeyê li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Elkê kom bûn û bi girseyî heta meydanê meş li dar xistin û dirûşma “Bijî Newroz” berz kirin.    Meş li Meydanê bi dawî bû û liv ir stranên Newrozê strîn.    AGIRÊ EWIL LI QÛNTARA ÇIYAYÊ KATOYÊ HAT VÊXISTIN    Di pîrozbahiyê de ewilî Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay axivî, Newrozê li gelê kurd û gelan pîroz kir û got: “Em îro starta Newrozê li vir didin. Em îro li dilê Kurdistanê agirê Newrozê vêdixin. Kurd li her derê agirê Newrozê vêdixin. Agirê ewil îro em li qûntara Çiyayê Katoyê vêdixin. Kurdan seranserî dîrokê Newrozê bi berxwedanê pêşwazî kir. Îsal sala serkeftinê û azadiyê ye. Newroz newroza serkeftinê û azadiyê ye. Kurd li çar parçeyên Kurdistanê bi ruhê yekîtiya neteweyî berxwedana xwe mezin dikin. Yên ku dixwazin me ji hev veqetînin, îro helwesta me Newroz e. Nekevin nav tu hesabên şaş. Gelê kurd yekîtiyê, aştî û azadiyê dixwaze.”    ‘ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE’    Gunay ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nîşan da û got: “Bi tunehesibandinê û Înkarê çareserî li vî welatî çênabe. Çareserî li Girava Îmraliyê li cem birêz Ocalan e. Yên ku behsa çareseriyê dikin bila li nameya birêz Ocalan a di Newroza 2013’an binêrin. Bila dîsa guh bidin nêrînên birêz Ocalan û demokrasî wisa dikare were anîn.”    AYDENÎZ: NEWROZA AZADIYÊ    Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî diyar kir ku ew Newroza azadiyê li tevahiya gelê kurd pîroz dike û wiha got: “Em agirê ewil li qûntara Katoyê vêdixin. Îro agirê li vir tê vêxistin, wê faşîzmê bişewitîne û tariyê veguherîne roniyê û qedexeyan rake. Agirê li Elkê dê azadiyê bîne û dê gelê kurd bîne cem hev. Îro roj roja yekîtiyê ye, em vî agirî ji bo yekîtiyê vêdixin. Em bi ruhê berxwedana gelê Botanê agirê azadiyê vêdixin. Em ji vir carek din Newroza gelê Botanê pîroz dikin. Îro li her qadê li her derî berxwedan heye. Em newroza berxwedêrên ji bo azadiyê pîroz dikin. Berxwedana wan têkoşînê anî van rojan. Kurd li çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe didin. Wê sala 2022’yan bibe sala azadiya gelê Kurdistanê. Heta ku kurd azad nebin, zimanê wan û çanda wan azad nebe, dê kes nikaribe li Rojhilata Navîn behsa azadî û demokrasiyê bike.”   SALA AZADIYÊ    Aydenîz têkildarî tecrîdkirina Ocalan jî wiha got: “Li her qadên jiyanê tecrîd tê sepandin. Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir, li bihosta Kurdistan û Tirkiyê belav bûye. Tecrîdê îktidara AKP-MHP’ê anî asta têkbirinê. Tekane çareserî birêz Ocalan e. Heta birêz Ocalan azad bibe em ê li her deverî têbikoşin. Azadiya gelê kurd bi azadiya Ocalan pêkan e. Em ê Newroza îsal bikin newroza azadiya gelê kurd û birêz Ocalan.”    ‘BERXWEDANA OCALAN ME ANÎ ÎRO’    Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî wiha axivî: “Newroz ji bo gelê kurd berxwedana li dijî kolonyalîstan e, serhildana li dijî dagirkeriyê ye. Gelê Botanê vê yekê herî baş dizane. Botanê her tim li ber xwe daye û li ber xwe dide. Gelê Botanê govenda azadiyê digire. Her tim pêşengiya berxwedanê kiriye. Dehaqên îroyîn bila li dîroka kurdan binêrin. Cihê Dehaqan nîne, berxwedana Kawayan heye. Berxwedana Kawa ya li dijî Dehaqan her ku diçe mezin dibe. Ev bi berxwedana birêz Ocalan a li Îmraliyê gihiştiye îro. Birêz Ocalan 24 sal in berxwedaneke mezin dimeşîne. Ji bo azadiya me, ji bo gelên Rojhilata Navîn, ji bo aştiyeke bi rûmet li ber xwe dide. Newroza 2022’yan ji bo me dema serkeftinê ye, dema azadiya birêz Ocalan e. Gelê me wê li qadên Newrozê peyama herî mezin bide desthilatdariyê, wê dengê xwe bigihîne cîhanê. Dem dema serketftin û azadiyê ye.”   Piştî axaftinên hatin kirin Dayikên Aştiyê agirê Newrozê hilkirin. Tevî hewa sar û barîna berfê jî bi sedan kes li ber def û zirnê li derdora agirê Newrozê govend gerand û dirûşmên “BBijî Newroz” Û “Bijî berxwedana Newrozê” berz kirin.    Pişt re pîrozbahî bi dawî bû.