Malbatên girtiyan li ber girtîgehê çalakî li dar xistin 2022-03-15 14:42:01 AMED - Malbatên girtiyan, di roja 120'emîn a nobeda xwe ya edaletê de li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê kom bûn û çalakiya rûniştinê li dar xistin.  Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan temam bûne jî nayên berdan, di roja 120'emîn de Nobeda Edaletê ya li Baroya Amedê dabûn destpêkirin, domandin. Malbatan îro nobeta xwe ya edaletê de li ber Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê kom bûn. Rêveberên MED TUHAD-FED'ê, TUAY-DER'ê, DBPê, OHD'ê, MEBYA-DER'ê û MED-DER'ê beşdarî çalakiyê bûn û piştevaniya malbatan kirin. Malbatan xwest daxuyanî bidin, polîsan malbat dorpêç kirin û daxuyaniyê asteng kirin. Polîsan destûr neda ku rojnamevan dîmenên malbatan jî bigirin. Malbatan bertek nîşanî astengkirina polîsan da û çalakiya rûniştinê li dar xistin. Malbatan dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Heq, hiqûq, edalet" berz kirin. Pişt re çalakiya xwe ya îro bi dawî kirin.