Li çar aliyan banga tevlibûna Newrozê li xelkê tê kirin 2022-03-15 15:38:07   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo bîrozbahiyên Newroza dê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” li çar aliyên Kurdistanê û Tirkiyê amadekarî berdewam dikin û bangên tevlibûna Newrozê hatin tên kirin.    Ji bo pîrozbahiyên Newroza bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” ku dê li 72 navendan bê pîrozkirin amadekarî berdewam dikin. Li Wanê, Edeneyê, Antalyayê û Bûrsayê daxuyanî hatin dayîn û anga geşkirina agirê Newrozê hat kirin.    WAN   Li navçeya Erdîşê ya Wanê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya dê di 17’ê adarê de bê pîrozkirin, destûr derket. Newroz dê li Hala Sebzeyan bê pîrozkirin û tê payîn pîrozbahiyek bi coş bê lidarxistin. Du roj ji pîrozbahiyê re ma. Xelkê navçeyê ji bo pîrozbahiyê seferber bûye. Komîteya Amadekar a Newrozê û rêveberên HDP’ê li gund û taxan belavokan li gel belav dikin û vedixwînin pîrozbahiyê.    Hevserokê Rêxistina HDP’a Erdîşê Bayram Çîçek diyar kir ku ew li bendê ne pîrozbahiya Newrozê girseyî pêk were û xebata ku çend roj dikin diyar dike ku wê encamek baş bide. Çîçek got Newroz ji bo gelê kurd roja berxwedanê û vejînê ye û dê di Newrozê de peyamên girîng bide îktidarê. Çîçek diyar kir ku ew hemû xelkê navçeyê vedixwînin pîrozbahiya di 17’ê adarê de.    Parlamenterên herêmê, rêveberên HDP, DBP’ê û hunermend Koma Aryen û Talat Yeşîl beşdarî pîrozbahiyê bibin.    EDENE   Yek ji navendên ku her sal pîrozbahiya Newrozê bi heybet lê derbas dibe jî bajarê Edeneyê ye. Pîrozbahiya Newrozê ya li Edeneyê di 20’ê adarê de li Tiyatroya Vekirî ya Mîmar Sînanê dê bê lidarxistin. Komîteya Amadekar a Newrozê amadekariyên xwe didomîne. Parlamenera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari û rêveberên HDP’ê li taxa Denîzliya navçeya Seyhana Edeneyê belavokan li bazarvanan û esnafan belav kirin û xelk vexwendin pîrozbahiyê.    ANTALYA   Komîteya Amadekar a Newroza Antalyayê jî dê roja 20’ê adarê li Qada Arena ya Kepezê Newrozê pîroz bike. Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Antalyayê di çarçoveya amadekariyên Newrozê de li avahiya xwe daxuyanî da. Gele kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevseroka HDP’a Antalyayê Hulya Hasbay di daxuyaniyê de axivî û destnîşan kir ku dê Newroza îsal bibe wesîleya azadiyê û ji ber vê yekê ew her kesî vedixwînin pîrozbahiyê.    BÛRSA   Li navçeya Yildirima Bursayê jinan agirê Newrozê vêxist û pîrozbahî li dar xist. Jinên ku cilên xwe yên regnîn ên netewî li xwe kiribûn, li dora agirê Newrozê govend gerandin û tîlîliyan kirin. Her wiha jinan li ber agirê Newrozê dirûşmên, “Newroz pîroz be” berz kirin.