Girtiyê ku hat berdan piştî 10 rojan jiyana xwe ji dest da 2022-03-15 16:31:44   AMED - Hayrî Karaş ê li Girtîgeha Tîpa D'yê ya Amedê dihat ragirtin, piştî hat berdan bi 10 rojan jiyana xwe ji dest da.    Girtî Hayrî Karaş ê li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê dihat ragirtin û beriya 10 rojan hatibû berdan, ji ber nexweşiya pênceşêra roviyan li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîl a Amedê ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Malbat û xizmên Karaş cenazeyê wî li goristana li navçeya Pîrana Amedê veşartin.    Hat hînbûn ku Karaş di çarçoveya “Operasyonên KCK’ê” yên piştî sala 2009’an de hatiye girtin û di sala 2013’an de hatiye berdan. Hat ragihandin ku Karaş ji ber bûyereke edlî beriya demekê hatiye girtin û li ser rapora ku beriya 10 rojan pêşkeşî Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê kiriye hatiye berdan.