Çawişê pispor tundî li bijîjk kir 2022-03-15 16:41:49   MÛGLA - Li Mûglayê çawişekî pispor tundî li bijîjkê bi navê Tahîr Tarîmer kir.    Di 14'ê Adarê Cejna Tipê de çawişê pirspor A.A. (32) tundî li bijîjk Tahîr Tarîmer ku li Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mûglayê dixebitî kir. Hat hînbûn ku çawiş A.A. ku li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Yatagan a Mûglayê dixebite, duh saet di 23.00'an de rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Yataganê û ji vir jî wî sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mûglayê kirine. Li vir A.A. bi bijîjk Tarîmer re dikeve nîqaşê. Dema nîqaşê A.A. li bijîjk Tarîmer dide.    Di encama lêdana çawişê pispor de berçavka bijîjk Tarîmer şikiya û laşê wî sor bû. Piştî bûyerê Tarîmer rapora lêdanê girt û giliya çawişê pispor A.A. kir.