Taşçier: Em li dijî zordariyê biherikin Newrozê 2022-03-15 16:52:36   AMED - Li gundên Amedê bangên telvlibûna pîrozbahiya Newrozê didomin. Parlamenter Îmam Taşçier bang li xelkê gund kir û xwest her kes li dijî zordariyê tevli Newroza Amedê bibe.    Rexistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Amedê di çerçoveya bernameyên Newrozê de bi tevlibûna Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier û Hevserok û rêveberan li gundên Qadiya Mezin û Simakî yên bi ser navçeya Sûrê ve serdana gundaiyan kirin û xelkê vexwendin pîrozbahiya Newrozê.    Şandeya HDP’ê li gundê Qadiya Mezin li gel welatiyan govend gerandin û şêniyên gund vexwendin pîrozbahiya Newrozê ya li Amedê.    Şandeya HDP’ê pişt re jî derbasî gundê Simakî bû û serdana xelkê gund kirin û wan vexwendin pîrozbahiyê.    ‘DEM DEMA AZADIYA KURDAN E’    Parlamenter Îmam Tasçiler di serdana gund de axivî û anî ziman ku polîtikayên desthilata AKP û MHP’ê zext û zorê li ser gelê kurd dike û wiha got: “Bi sedan sal in gelê kurd Newrozê pîroz dikin. Kurd di pîrozbahiyan de tînin ziman ku wê tu carî bindestiyê qebûl nekin. Beriya Newrozê wek ku dibînin li her derê zilm li ser gelê kurd heye. Lê wê zilma AKP’ê û MHP’ê li ber xwe nede û dê li hember berxwedana kurdan têk here. Dema wan dawî ye. Daxwaza me ji gelê me ev e ku biherikin pîrozbahiya Newroza Amedê û li dijî zilm û zordestiyê dengê xwe bilind bikin. Em dixwazin Newroza îsal hin girsettir derbas bibe. Ji bo azadiya kurdan, zimanê kurdî em di Newrozê de bicivin û daxwazên xwe bînin ziman. Dem dema azadiya kurdan e.”