ROJEVA 16'Ê ADARA 2022'YAN 2022-03-16 09:00:26 * Sabriye Anik, dêya Bişeng Anik a ku di Newroza 1992'yan a Şirnexê de hatibû qetilkirin, got: "Bişengek çû, bi sedhezaran Bişeng çêbûn. Bi sedhezaran Bişengên min hene. Ev besî min e."  * Gelê kurd ê nehişt agirê Newrozê yê Kawayê Hesinkar li dijî Dehaqê zalim vêxist, vemire her serdemê li dijî desthilatan bûn “Kawayê Hemdem” û berxwedan mezintir kirin.    * Hunermend Mervan Tan da zanîn ku ev 26 sal in di her Newrozê de derketiye ser dikê û stranên xwe yê Newrozê striya ye. Tan, got: “Ez naha jî bi kelecana Newroza ewil dê derkevim ser dikê.”    * Jinên şahidiya Newrozên salên 90'an kirine, niha bi ruhê berxwedêr ên wan salan amadekariya Newroza 2022'an dikin.    * Hevseroka TÛHAY-DER'ê Edîbe Babûr, diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan sîrayetî tevahiya derdorên civakê kiriye û mînaka herî berbiçav jî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan e.    * Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu, destnîşan kir ku dê Newroza 2022'yan bibe dengê li dijî tecrîda Îmraliyê û wê li dijî polîtîkayên şer bibe Newroza "hesabpirsînê."    * Hevserokên HDP'ê yên Amedê Zeyyat Ceylan û Gulîstan Atasoy diyar kirin ku amadekariyên Newroza Amedê bênavber didomin û gotin, dê bi coşa Newrozê "çileyê reş veguhere biharê."    * Siyasetmedar Mahmût Alinak di salvegera Komkujiya Helebçeyê de qala têkiliyên di navbera PDK û Tirkiyeyê kir û wiha got: “Ji bo malbata Barzanî ya girîng, berjewendiyên wan in. Derdekî wan ê neteweyî nîne. Başûrê Kurdistanê ku di demên berê de mêtgingeha Iraqê bû, mixabin îro veguheriye mêtingeha Tirkiyeyê.”    * Serokên partiyên Pêşeroj û DEVA’yê yên Amedê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin malbatên di çalakiya Nobeta Edaletê de û gotin ku bi mitabeqeteke civakî dikare zext li hikûmetê bê kirin.    * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 373’yemîn de berdewam dike.    * Doza ku hevşaredarên Pasûrê Mehmet Taş û Fatma Ay ên li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin jî tê de tên darizandin dê îro li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bidome. (09.00- 17.00)   * Di encama lêdana wesayîtê zirxî de ji malbata Demîrbaş 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Bi daxwaza tazmînatê, derheqê Wezareta Karên Hundir de doz hatibû vekirin. Doz dê îro li 3’yemîn Dadgeha Sizayî ya Giştî bê dîtin. (09.00- 17.00)   * Doza derheqê xebatkarên çapemeniya HDP’ê Vedat Dag de hatiye vekirin dê li 11’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (09.00- 17.00)   * Doza derheqê Midûra Karên Nivîsan a Rojnameya Ozgur Gundemê Reyhan Çapan de hatiye vekirin dê îro li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Çaglayanê bê dîtin. (09.40)    * Li Stenbol, Wan, Aydin, Îzmîr û Şirnexê dê amadekarî û çalakiyên Newrozê bên lidarxistin. (11.00-19.00)   * Koma Xebatê ya Tifaqa Kurdistanê dê bi munasebeta Komkujiya Helebçeyê li Amedê daxuyaniyekî bide. Her wiha li gelek bajaran dê çalakiyên bîranînê bên lidarxistin. (11.00-19.00) ZINDÎ    * Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan li Amed, Îzmîr û Wanê dabû destpêkirin, didome. (13.00-16.00)    * Komîsyona Aboriyê ya HDP’ê dê li Meclisê rapora “Maliyeta Paşketina Demokratîk” parve bike. (14.00)