Gelê kurd li dijî Dehaqan bû ‘Kawayê Hemdem’ 2022-03-16 09:06:24 AMED - Gelê kurd ê nehişt agirê Newrozê yê Kawayê Hesinkar li dijî Dehaqê zalim vêxist, vemire û her serdemê li dijî desthilatdaran bû “Kawayê Hemdem” û berxwedan mezintir kir.    Gelên ku li erdnîgariya Mezopotamyayê dijîn, îsal careke din xwe amade dikin ku li dora agirê Newrozê werin gelhev. Newroza ku di 21’ê Adara dirêjahiya şev û rojan weke hev dibin de tê pîrozkirin, ji bo gelan tê wateyên cuda. “Roja nû” , “Nûjîn” , “Hatina biharê” , “Roja ewil a salê” û “Cejna vejînê” çend ji van wateya ne. Newroz tevî gelê kurd, her wiha li welatên weke Îran, Iraq, Sûriye, Efxanistan, Belûcistan, Albanya, Azerbaycan, Bosna-Hersek, Gurcistan, Qazaxistan, Qirgizistan, Kosova, Makedonya, Ozbekistan, Tacîkistan Turkiye, Turkmenistan, Tataristan, Gagavuzya û Yakutistanê jî weke cejn û şahî tê pîrozkirin. Li erdnîgariya Kurdistanê jî girîngiyeke cuda didin pîrozbahiyên Newrozê. Gelê kurd ji cejn û şahiyê wêdetir, roja ku berxwedan gihiştiye serkeftinê dibînin.    TÊKOŞÎNA KAWA   Di bingeha vê wateya gelê kurd dide Newrozê jî ji Destana Kawayê Hesinkar tê. Li gorî destanê Beriya Zayînê (B.Z.) sala 612’an de Qral Dehaq ê Asûrî ku li Nînovayê dijî, ji ber marên ku li ser milên wî derketine ji bo ji mirinê xelas be her roj mejiyê ciwanekî/ê dixwe û bi vî awayî jiyana xwe didomîne. Gelê ku bi salan ev zilm lê tê kirin, di pêşengtiya Kawayê Hesinkar de xwe bi rêxistin dikin, ji çiyan tên xwarê û zilma Dehaq bi dawî dikin. Dîroka ku desthilatiya Dehaq hat bidawîkirin jî 21’ê Adarê ye. Ji wê rojê heta îro 21’ê Adarê dibe remza berxwedanê ya li dijî zaliman û bi awayên cuda tê pîrozkirin.    KAWAYÊN HEMDEM   Newroza ku di gelek berhemên nivîskar û rewşenbîrên weke Baba Tahirê Hemedanî, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Celadet Elî Bedirxan, Serokê Serhildana Agiriyê Îhsan Nûrî Paşa, Pîremêrd û Cegerxwîn de jî cih digire, piştî salên 1980’yan wateyên polîtîk ên cuda lê tên barkirin. Li dijî “Dehaqên nû” “Kawayên Hemdem” derketin holê. Di darbeya eskerî ya 12’ê Îlona 1980 de bi hezaran kurd li Zindana Amedê bi awayekî giran hatin îşkencekirin û rastî pêkanînên derveyî mirovahiyê hatin. Gelek kes di van îşkenceyan de seqet man û jiyana xwe ji dest dan.    Lê Mazlûm Dogan ê weke “Kawayê Hemdem” ê demê me tê penasekirin, li dijî tirkkirin û îşkenceyan di 21’ê Adara 1982’yan de laşê xwe da ber agir. Agirê ku Dogan vêxist careke din ji gelê kurd re bû hêvî. Di newroza sala 1990’an de Zekiye Alkan, ya 1992’yan de Rahşan Demîrel û ya 1994’an de jî Ronahî û Berîvanê li dijî zextan laşên xwe dan ber agir û ev hêvî mezintir kirin.    DAXWAZA AZADIYÊ    Di salên 1990’an de li qadên Newrozan bi sed hezaran kes li hev civiyan. Gelê kurd li dijî polîtîkayên îmha û înkarê yê desthilatên siyasî yên wê serdemê xistin dewrê, her kolan bi agirê Newrozê rohn kirin. Dewletê Newroz weke “Nevrûz” û “Cejna Tirkan” îlan kir lê ev jî bi kêrî tiştekê nehat. Gelê kurd di salên 1990’an de tevî qedexe û astengiyan li qadên Newrozê daxwaza xwe ya azadiyê qîr kirin.    Piştî salên 2000’an li qadên Newrozê bi milyonan kes kom bûn. Gelê kurd ruhê polîtîk yê her serdemê li qadan qîriya û çareseriya demokratîk daxwaz kir. Gelê kurd ê her sal bi dirûşmeyên cuda li dora agirê berxwedanê govendê digerînin, îsal jî bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” armanc dikin careke din qadên Newrozê dagirin û daxwazên xwe qîr bikin.    MA / Eylem Akdag