Ev 28 sal in ji bo Newrozê stranên şoreşgerî distre 2022-03-16 09:07:07 STENBOL - Hunermend Mervan Tan da zanîn ku 26 sal in di her Newrozê de derketiye ser dikê û stranên xwe yê Newrozê striya ye. Tan, got: “Ez niha jî bi kelecana Newroza ewil dê derkevim ser dikê.”  Newroza îsal dê bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" li 72 navendan bê pîrozkirin. Azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rewşa girtiyên nexweş, binpêkirinên li girtîgehan û yekitiya neteweyî ya gelê kurd dê bibin rojevên sereke yên Newroza îsal. Wekî her sal, îsal jî di pîrozbahiyên Newrozê de gelek hunermend derkevin ser dikê û bi stranên xwe qadên Newrozê germ bikin. Yêk ji van jî hunermendê Navenda Çanda Mezopotamyayê Mervan Tan e. Tan, têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî.    Tan, da zanîn ku di salên 90’î de ji ber valakirina gundan ji Tetwanê koçberî Stenbolê bûne û wiha got: “Hêj beriya koçberiyê min dest bi xebatên hunerê kir. Li Tetwanê diçûm dawetan û min stran digotin. Bi hatina Stenbolê re jî di baskê çandê yê Partiya Demokrasiya Gel (HADEP) de de xebitîm. Di salên 85’an de min dest bi xebatên muzîkê kir û 11 salan bi amatorî stran gotin. Di 96’an de jî tev li Koma Agirê Jiyan a NÇM’ê bûm. Nêzî 7 salan di vê komê de mam. Bi giştî 28 sal in di nava xebatên hunerê de me.”    ‘EM DU SALAN BI MEŞÊ DIÇÛN SAZIYÊ’   Bi domdarî Tan diyar kir ku di sala 96’ê de beşdarî xebatên hunerê bûye û wiha pê de çû: “Hatin û çûna saziyê pir zehmet bû. Em rastî gelek astengî û zextan dihatin. Lê me paşde gav neavêt û têkoşîna xwe ya hunerê domand. Ev 26 sal in di her Newrozê de derdikevim ser dikê. Zarokatiya min di nava xebatên saziyê de derbas bû. Di du salên ewilî de me di hêla aborî de gelek zehmetî dîtin. Ji bo ku ji saziyê re nebin bar, em du salan di wê berf û sermayê de bi piyan diçûn saziyê û dihatin. Lê ev bo me nedibû astengî. Her roj em bi coşeke mezin diçûn û dihatin. Nêzî sal û nîvan jî em li saziyê razan.”    ‘ÇIL KES BÛN MILYONAN KES’   Tan, anî ziman ku xebatên wan her ku diçû baştir dibûn û wiha derbirî: “Di 96’an de ji ber zextên heyî me nedikariya li Stenbol konser û çalakiyan li dar bixin. Me di jêrzemîna saziyê de konser da. Nêzî 40 kesan tev li bûbûn. Lê bi saya serhildan û berxwedana gel, ev çil kes bûn sedhezar kes, bûn milyon kes û hemû qad û eywan tije kirin. Newroz, ji bo gelê kurd û mîna nan û avê ye. Xweza her sal xwe nû dike, bihêz dike û têdikoşe. Newroz jî ji bo gelê kurd xwedî heman wateyê ye. Gelê kurd jî her sal xwe nû dike, bihêz dike û bi kelecaneke mezin dikeve. Newroz ji bo kurdan, dîrok e.”     JI BO NEWROZÊ 4 STRAN DERXIST   Tan, destnîşan kir ku di nava 28 salan de 4 stran ji bo Newrozê derxistine û wiha got: “Navê strana ewil Newroza Gel bû ku di sala 91’ê de min derxist. Ya duyemîn bi navê Newroz Jiyane di sala 2002’yan de, ya sêyemîn bi navê Azadî di 2010’an de û ya dawî jî Dîlana Azadiyê bû. Amadekariya strana Newroza îsal jî didome. Min xwest Dîlana Azadiyê ne tenê di Newrozê de lê di hemû şahiyên kurdan de bên gotin.”    ZEXTÊN LI SER HUNERA KURDÎ   Di berdewamê de Tan bal kişand ser zextên li ser çanda kurdî û ev tişt anî ziman: “Di salên 90’î de zextekî giran hebû. Bi sedan hevalên me hatin qetilkirin. Tevî zilm û zordariyê jî me xebatên xwe didomandin. Seknekî xurt hebû. Heta niha derheqê min de nêzî 20 lêpirsîn hatine vekirin. Heke tu huhermendekî kurd bî û li ser çand û hunera kurdî bisekinî, her tim wekî dijmin tê dîtin. Em ê her tim ji bo ziman, çand, huner û pêşeroja gelê xwe têbikoşîn. Êrişên li ser gelê kurd, li dijî çi gelan nayên kirin. Her ku bi ser me de hatin, me hîn bêhtir li ber xwe da. Em, ji bo kok û xaka xwe têdikoşîn. Dixwazin hebûna me tune bihesibînin. Em jî dêli dijî vê têbikoşîn.”   BANGA NEWROZÊ    Hunermend Tan, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Cara ewil di sala 98’an de weke solîstê Koma Agirê Jiyan tev li bernameya Newroza Amedê bûm. Hêj niha jî kelecana wê Newrozê dijîm. Li hemberî min bi milyonan kes hebûn. Ji kelecanê çokên min dileriziyan. Niha bo min weke xewneke xweş tê. Dema ji dikê hatim xwarê, min digot qey di xewnekê de me. Dema mirov coşa qadê dibîne, dibêjî êdî hemû cîhan li dijî te şer bike jî bi te nikare. Gel, vê baweriyê dide mirov. Coşa wê demê xwer berdaye nava ruhê min, hêj jî didome. Banga min ji bo gelê kurd û dostên wan ew e ku li her deverê tev li Newrozê bibin. Em ê di Newroza îsal de jî ji gelê xwe re bibêjin ku serfirazî, serkeftin û azadiya me girêdayî hev e. Daxwaza me ew e ku tevahiya gelê kurd ji bo serfirazî û tifaqa xwe qadên Newrozê tije bike.”   MA / Mazlum Engîndenîz