Babûr: Tecrîd belavî tevahiya derdorên civakê bûye 2022-03-16 09:11:46 WAN - Hevseroka TÛHAY-DER'ê Edîbe Babûr, diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan belavî tevahiya derdorên civakê bûye û mînaka herî berbiçav jî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan e.    Ji 25'ê Adara 2021'ê ve tu xeber ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayên girtin. Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan (TÛHAY-DER) a Wanê Edîbe Babûr, destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan belavî tevahiya derdorên civakê bûye û mînaka herî berbiçav a vê tecrîdê jî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan e.    ‘TILIYA HÊZÊN SERDEST JÎ TÊ DE HEYE'   Babûr, anî ziman ku dewlet bi tecrîdkirina Ocalan re polîtîkayeke ji bo tunekirina têkoşîna kurdan xistiye dewrê û got: "Her diçe tecrîda li ser Ocalan kûrtir dibe. Ev tecrîd, bandorê li hemû gelên cîhanê yên keda wan tê xwarin dike. Dibe ku ev yek ji nişka ve veguhere meseleyeke aloziyê. Tecrîdkirina Ocalan nîşan dide ku bê Tirkiye welatekî çi qas demokratîk e. Kurd, Birêz Ocalan wekî rêberê xwe û vîna we dibînin. Tecrîdkirina Ocalan ku vîna 40 milyon kurdî ye, polîtîkayeke tunekirina têkoşîna kurdan e."    Babûr, bilêv kir ku di vê tecrîdê de rol û rista hêzên serdest ên cîhanê jî heye. Babûr, diyar kir ku paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Ocalan ji bo tevahiya gelên bindest ên cîhanê rizgarî ye û got: "Hêzên serdest vê yekê tamûl nakin û ji ber vê tecrîdê pêk tînin."    ‘BINPÊKIRINÊN MAFAN ZÊDE BÛNE'   Babûr, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê sîrayetî tevhiya derdorên civakê kiriye û mînaka herî berbiçav jî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan e. Babûr got: "Niha di girtîgehan de bi hezaran girtiyên nexweş û yên înfazên wan hatine şewitandin hene û ev kes nayên berdan. Girtiyên nexweş hem nayên berdan hem jî mafê wan ê tenduristiyê tê binpêkirin. Darbest ji girtîgehan derdikevin. Mixabin bêhiqûqîtiya li girtîgehan didome. Girtîgeh veguherîne îşkencexaneyan. Zêdebûna van binpêkirinên mafan rasterast girêdayî tecrîda li Îmraliyê ne. Tecrda li ser Ocalan li se rtevahiya civakê tê pêkanîn."    ‘BERPIRS AKP YE'   Babûr, destnîşan kir ku dewlet divê êdî dev ji polîtîkaya tecrîd û ya li ser Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan berde û got: "Bila rayedarên îqtidarê û Wezareta Dadê berpirsiyariyên xwe pêk bînin. Tecrîd sûcê li hemberî mirovahiyê ye û divê di vî sûcî de neyê israrkirin. Fikarên civakê hene ji bo tenduristiya Ocalan û girtiyên din de. Dewlet êdî divê dev ji eciqandina qanûnên xwe berde û bira pêşî li ber hevdîtina parêzeran û malbatê ya bi Ocalan re bê vekirin. Li girtîgehan çi biqewime di warê binpêkirina mafan û mirina girtiyan de berpris îqtidara AKP û Wezareta Dadê ye."