“Bi yekitiya neteweyî re dikare rê li ber Helebçeyên nû were girtin’ 2022-03-16 10:28:55 ENQERE - Bi ser Komkujiya Helebçeyê re ku hemû dinyayê çav û guhên xwe lê girtibûn 34 sal derbas bûn. Di komkujiyê de nêzî 200 hezar kurd bi xazên kîmyewî hatin qetilkirin. Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş têkildarî mijarê axivî û got: “Ji bo ku êdî tu Helebçeyên din neyên kirin, divê kurd yekitiya xwe ava bikin.”    Di dema şerê Îran-Iraqê de serokomarê Iraqê Sedam Huseyîn li dijî gelê kurd Qirkirina Enfalê dabû destpêkirin. Xeleka herî dawî ya vê qirkirinê jî Komkujiya Helebçeyê bû. Bi ser komkujiyê re 34 sal derbas bûn. Sedam Huseyîn, xelkê Helebçeyê bi alîkarîdayîna Îranê sûcdar kir û fermana bombebarankirina Helebçeyê da. Bi fermana Sedam Huseyîn, di 16’ê Adara sala 1988’an de Helebçe bi xazên sarîn, VX, xaza rehikan û hardalê hate bombebarankirin. Di bombebaranê de zêdetirî 5 hezar kes hatin qetilkirin û zêdetirî 7 hezar kes jî birîndar bûn.    Di encama jenosîda Sedam Huseyîn de, ji 180 hezar heta 210 hezar kurd hatin qetilkirin. Bi ser Komkujiya Enfalê re 34 sal derbas bûn lê hêj jî baş nayê zanîn bê ka di vê pêvajoyê de çend kurd hatine qetilkirin.    XWESTIN GELÊ KURD TUNE BIKIN   Qirkirina Enfalê ku bi mebesta tunekirina gelê kurd hatibû kirin, di 29’ê Adara sala 1987’an de dest pê kir û heta 23’ê Nîsana sala 1989’an jî berdewam kir. Di dema vê operasyonê de xizmê Sedam ê bi navê Elî Hesen El Mecîd ku weke “Eliyê kîmyewî” tê binavkirin, ji hêla Konseya Komîteya Şoreşê ya Iraqê ve hat peywirdarkirin û bi vê yekê hat xwestin ku kurdan bi tevahî ji Iraqê tune bike. Di encama polîtîkaya tunekirinê ya rêveberiya Sedam a ji 83’yan heta 91’ê de, bi sedhezaran kurd hatin qetilkirin. Tenê di “Operasyona Enfalê” de di navbera 180 hezar heta 210 hezar kes hatin qetilkirin.    Di pêvajoya Qirkirina Enfalê de 4 hezar û 500 gund û 30 navçe hatin tunekirin, bi hezaran mizgeft, dêr û perestgeh hatin rûxandin.    3’YEMÎN MEZINTIRÎN KOMKUJIYA KÎMYEWÎ YA SEDSALA 20’AN    Komkujiya Helebçeyê, piştî komkujiyên Hîroşîma û Nagazakiyê mezintirîn êrişa kîmyewî hat diyarkirin. Helebçe û derdora wê ku li Herêma Federal a Kurdistanê ye, bi xazên kîmyewî hate bombebarankirin û di vê êrişê de 12 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, ji Komkujiya Helebçeyê heta sala 2021’an, ji ber bikaranîna çekên kîmyewî yên li Helebçeyê, 43 hezar û 753 kesan jiyana xwe ji dest dan û 62 hezar û 200 kes jî astengdar man.    BÊHNA SÊVÊ    Tê gotin ku di dema Komkujiya Helebçeyê de bêhna sêvan li derdorê belav dibe û zarok ber bi bêhna sêvan ve diçûn. Gotina herî dawî ya zarokekî di Komkujiya Helebçeyê de bi hovane hatiye qetilkirin ev bû; “Dayê bêhna sêvan tê.” Xazên kîmyewî yên bi bêhna sêvan, di demekî kin de bandora xwe li seranserî bajêr kir. Êrişên kîmyewî heta 17’ê Adarê jî berdewam kirin û gelek kesên li bajêr, bi hewla xwexelaskirinê xwestin bajêr biterikînin. Lê belê ji van welatiyan hinek jê dema ber bi çiyayan ve diçûn, hinek jê di nava zeviyan de û hinekan jî li ser rêyan jiyana xwe ji dest dan. Mirin, li Helebçeyê bi bêhna sêvan xwe gihandibû kurdan. Hinek ji wan bombeyên ku li Helebçeyê bûbûn sedema mirina bi hezaran kurdan, îro li Helebçeyê di muzeyê de tên pêşandan.    DINYAYÊ ÇAVÊN XWE LI HELEBÇEYÊ GIRTIN   Dema ku kurd li Helebçeyê bi çekên kîmyewî yên Sedam dihatin qetilkirin, tevahiya cîhanê xwe li kerr û laliyê danî û çavên xwe lê girtin. Di sala 1988’an de ku komkujî hatibû kirin, di serî de DYA û Yekitiya Ewropayê (YE), hemû cîhanê xwe li bêdengiyê danîbû. Sê roj piştî Komkujiya Helebçeyê, Rêxistina Hevkariya Îslamî ku bi tevlibûna 53 welatên îslamî civiyan lê derheqê Helebçeyê de tenê yek gotin jî nehat kirin.    Sedam Huseyîn bi çekên kîmyewî kurd di qirkirinê re derbas dikirin lê belê hemû cîhanê tenê temaşe dikir. Bi ser Komkujiya Helebçeyê re 15 sal derbas bûn û Amerîkayê bi hinceta ku di destê Iraqê de çekên tunekirina girseyî hene, di 20’ê adara sala 2003’yan de dest bi dagirkirina Iraqê kir.    SEDAM HUSEYÎN HAT BIDARVEKIRIN   Bi dagirkirina Iraqê ji hêla leşkerên DYA’yê ve, Sedam Huseyîn jî reviya. Lê belê 8 meh piştre ji hêla leşkerên DYA’yî ve hate girtin. Sedam Huseyîn, ji ber Komkujiya Helebçeyê û qetlîama Duceyîlê, bi sûcê li dijî mirovahiyê hate darizandin û cezayê darvekirinê lê hat birîn. Bi ser dagirkeriya DYA’yê ku digot “Em ê demokrasiyê bînin Iraqê” re 3 sal derbas bûbûn ku Sedam Huseyîn di 30’ê Kanûna sala 2006’an de hate bidarvekirin.    DINYA BÊDENG MA   Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Şirnexê Hasan Ozguneş diyar kir ku tevahiya cîhanê li hemberî Komkujiya Helebçeyê bêdeng ma û wiha got: “Sedema vê jî bêstatûbûyîna kurdan bû. Dema mijar bû berjewendî, dewlet guh nadin heq, hiqûq û jiyana mirovan. Tu derfetên leşkerî, siyasî û aborî yên kurdan nebûn. Lewma jî qetilkirina kurdan weke rewa dihat dîtin û hebûna wan hate paşguhkirin. DYA û YE’yê Sedema li dijî Îranê weke amûrekî bi kar tînan.”   BÊSTATÛBÛNA KURDAN    Di berdewamê de Ozguneş anî ziman ku bi Peymana Lozanê welatê kurdan bûye çar parçe û wiha domand: “Derfet çêbûn û gelek neteweyan dewletên xwe ava kirin. Di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de tu kes biqasî kurdan mexdûr nebûn lê nekarîn dewleta xwe ava bikin. Dewletên ku mohra xwe li binê Peymana Lozanê dane, Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe parve kirin. Ji ewil di navbera Îran û Osmaniyan de welatê kurdan bû du parçe û bi Lozanê re jî bû çar parçe. Statûya kurdan nebû lewma nekarîn dewlemendiyên xaka xwe bi kar bîne û bifiroşe dewletên din. Kurdên ku di nava çar parçeyan de dabeş bûne, tu qîmetekê wan di nezera hêzên navdewletî de nîne.”    ‘DYA Û YE’YÊ SEDAM XWEYÎ KIR’    Ozguneş, diyar kir ku DYA’yê nexwest Sedam Huseyîn hîn bêhtir zurt bibe û wiha pê de çû: “Planên wan ên li ser Rojhilata Navîn guherîn û rewşekî wiha rû da. DYA’yê, damezirandina Dewleta Îslamî ya Îranê bo xwe weke gefek dît û bi Sedam re hevkarî kir. Lê piştre bi têkçûna Sovyetan re Projeya Rojhilata Navîn a Mezin xist meriyetê. Armanc ew bû ku statûya dewletên herêmê biguherîne û li ser mezheb û nasnameyan qadên şer biafirîne. Ji bo ku ev projeya wan bêpirsgirêk bidome, DYA’yê gelemperî welatên biçûk û bêbandor hildibijartin. Ji bo ku Sedam li dijî Îranê şer bike, DYA û YE’yê çek dan Sedam Huseyîn û bi tirran dolar danê. Sedam çawa ku hinek bihêz bû, planên xwe guherandin. Vê jî çavê wan hêzan tirsand û xwestin Sedam tune bikin.”    ‘YEKITIYA NETEWEYÎ FERZE’    Parlamenter Hasan Ozguneş komkujiyên Helebçe, Zîlan û Dêrsimê bi bîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her tim xwestin gelê kurd tune bikin. Ji bo ku pêşî li van komkujiyan were girtin, divê gelê kurd yekitiya xwe ya neteweyî ava bike. Pevçûnên heyî dibe ku cîhanê ber bi Şerê Sêyemîn ê Cîhanê ve bibe. Ji bo ku komkujiyên nû bi serê me neyên, divê em baldar bin. Di vê aloziya heyî de li pêşiya kurdan derfet jî hene. Di hêla leşkerî, siyasî û aborî de tecrûbeyên wê hene û di vê aloziyê de hewceye yekitiya xwe ava bike û têkoşîneke hevpar bide. Divê bo xwe dersan ji dîrokê bigire û li şûna berjewendiyên şexsî, bi stratejiyeke hevpar tevbigerin û qedera kurd û Kurdistanê biguherînin. Gelê kurd û gelên cîhanê bi yekitiya xwe dikarin pêşeroja xwe mîsoger bikin. Weke seydayê Cegerxwîn gotiye; ‘Kurdîno bibin yek. Heke hûn nebin yek, hûn ê herin yek bi yek.’”