Xwendakarên ku zema rê şermezar kiribûn hatin berdan 2022-03-16 10:54:42 ENQERE - Xwendekarên ku dema xwestibûn zema rê şermezar bikin hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Li Enqerê, komeke xwendekaran a ji 9 kesan pêk dihat dema ku xwestibû zema rê li Metroya navçeya Çankayayê bi meşekê şermezar bike ji aliyê polisan ve bi lêdanê hatibû binçavkirin. Her neh xwendekar jî piştî îfadeyên xwe yên li emniyetê bêyî ku derkevin dozgeriyê hatin berdan. Xwendekaran, ragihand ku li emniyetê li odeyeke tarî hatine bicihkirin. Her wiha xwendekaran, li ser hesabên xwe yên medya sanal jî dîmenan parve kirin û ev tişşt gotin: "Em li vir dubare dikin, rê maf e nikare bê astengkirin."