‘Çareseriya’ Kiliçdaroglu xelkê Amedê qaneh nekir 2022-03-16 11:38:47 AMED - Serokê DÎTAM’ê Mehmet Vural derheqê serdana Kiliçdaroglu ya Amedê de got ku heke neyê astengkirin, dibe ku di pirsgirêka kurd de hinek pêşketin çêbibin. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî diyar kir ku bi gotinên Kiliçdaroglu yên ji bo çareseriyê qaneh nebûye. Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu di çarçoveya serdanên “hevdîtinên hevhelalkirinê” de, di 10-11’ê Adarê de hatibû Amedê. Kiliçdaroglu, di nava du rojan de çû serdana esnafên Sûrê û weke mêvanê Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) jî bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl û pîşeyî re hevdîtin kir. Serokê DÎTAM’ê Mehmet Vûral û Serokê Baroya Amedê Nahît Eren têkildarî serdana Kiliçdaroglu ji ajansa me re axivîn.    VURAL: BI DEMÊ RE EM Ê BIBÎNIN   Mehmet Vural bi bîr xist ku di demên berê de jî Kiliçdaroglu ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd çendek soz dabûn û wiha got: “Me gelek siyasetmedar dîtin ku di vê mijarê de soz dan û piştre jî soza xwe ji bîr kirin. Lê gotinên Kiliçdaroglu bo min bêhtir jidil hatin. Bêguman hinek tişt hene ku dikare bike û yên nikare bike jî hene. Nizanim bê ka dê bikare gotinên xwe bi cih bîne yan na. Gelo dê qadroyên wî bihêlin ku van sozên xwe bi cih bîne yan na, ew jî diyar nîne. Ev yek dê bi demê re zelal bibe.”    GOTINÊN KILIÇDAROGLU   Bi domdarî Vural anî ziman ku gotinên Kiliçdaroglu eleqeya xwe bi hilbijartinê re jî heye û wiha domand: “Lê ev gavên CHP’ê dê bandorê bike. Mirov dikare bibêje ku li herêmê eleqeyek bo CHP’ê heye. Ji ber fikrên wan ên derheqê kurdan de, dê dengên AKP’ê jî bikevin. Got ku pirsgirêka kurd heye, wan ev pirsgirêk paşguh kiriye û divê li meclisê bê çareserkirin. Ev peyam, peyamên erênî ne. Nizanim bê ka dê hêza wî bi têrî çareserkirina pirsgirêkê bike yan na lê heke neyê astengkirin, baweriya min heye ku dê pirsgirêka kurd çareser bike.”    EREN: KONSENSUSEKE NÛ LI ENQEREYÊ HEYE   Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî beşdarî civînê bûbû. Eren, ji ewil bal kişand ser gotinên Kiliçdaroglu ku digot; “Rêya demokrasiyê ji Amedê re derbas dibe” û ev tişt anî ziman: “Gelek siyasetmedarên cuda ev gotin ji berê de kiribûn. Erdogan jî yek ji wan e. Kurd, êdî hînî van gotinan bûne. Di gotinên Kiliçdaroglu de diyar dibe ku konsensûseke nû li Enqereyê heye. Lê di nava 6 partiyên muxalefetê de HDP nîne ku kurd gelemperî dengê xwe didin wê. Ev yek nîşan dide ku dibe gotinên Kiliçdaroglu tenê parçeyeke stratejiya hilbijartinê be.”    ‘EZ QANEH NEBÛM’   Eren, got ku Kiliçdaroglu qet qala pirsgirêka perwerdeya bi zimanê dayikê û nûnertiya kurdan nekiriye û wiha derbirî: “Tayînkirina qeyûman û rakirina parêzbendiyan rexne kir. Dema pirsa; ‘wê demê we çima ji bo rakirina parêzbendiya Demîrtaş got erê’ hat kirin jî, bersiveke wisa neda ku kesek qaneh bibe. Got ku partiya desthilatdar dê ev mijar li dijî wan bi kar bi aniya lewma gotine erê. Dibe ku ev stratejiyeke hilbijartinê be lê divê partiyeke xwedî îdiaya azadî, demokrasî û hiqûqê bi van fikaran tevnegere. Nexwe hûn bi erêkirina vê biryarê re dibin şirîkê wî sûcî. Tifaqa Millî ku CHP’ê ava kiriye hîç qala pirsgirêka kurd nake lê Kiliçdaroglu dibêje ku dê pirsgirêka kurd çareser bike. Dema me ev pirs jê kirî jî nexwest bersivê bide. Ez bi xwe qaneh nebûm ku dixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin.”    HEVHELALKIRIN Û HESABPIRSÎN   Nahît Eren wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi taybet jî helwesta wî ya derheqê hevhelalkirinê de bo min qet rast nehat. Ev mijareke girînge lê tişta ku ew qala wê dike tenê xwestina lêborînê ya ji malbatan e. Li gorî me hevhelalkirin ev e; divê pêşî li polîtîkaya necezakirinê bê girtin û kesên ev sûc kirine bên darizandin. Divê wijdana civakê rehet bibe. Yek ji encama herî girîng a hevrûbûnê ew e ku êdî kesek cisaret neke wî sûcî bike. Lê Kiliçdaroglu tenê bi qebûlkirina xeletî û kêmasiyên dewletê û xwestina lêborînê ya ji malbatan re bisînor dihêle. Bi vî rengî dê tu carî hevhelalkirineke rast û hesabpirsînek çênebe. Di halê hazir de xuyaye ku kurd dê encama vê pêvajoyê diyar bikin. Lewma jî her du tifaq dixwazin dengê kurdan bigirin. Jixwe yek ji armancên Kiliçdaroglu ya hatina Amedê jî ev bû. Ev gotin, gelemperî beriya hilbijartinê tên kirin û piştî hilbijartinê jî tên jibîrkirin.”