Li ser sînorê Dirbêsiyê 2 ciwan hatin kuştin 2022-03-16 13:26:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser sînorê navçeya Dirbêsiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 ciwan ji hêla hêzên artêşa Tirkiyeyê ve hatin kuştin.    Cenazeyên 2 ciwanan duh ji hêla welatiyan ve li gundê Qermane yê navçeya Dirbêsiyê hatin dîtin. Li gorî agahiyan, kesên cenazeyên wan hatine dîtin Adil Mihemed El Bedir (21) û Taha El Mihemmed (21) ê ji Til Hemîs a Qamişloyê ne.    Welatiyan cenazeyê El Bedir duh rakirin Nexweşxaneya Xebat a Dirbêsiyê lê ji ber metirsiya guleraşandina leşkerên artêşa Tirkiyeyê nekarîbûn cenazeyê Taha El Mihemmed bînin. Welatiyan îro xwe gihand cenazeyê El Mihemmed û cenazeyê wî rakirin Nexweşxaneya Şehîd Xebat.    Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji herêmê dayîne ANHA’yê, leşkerên artêşa Tirkiyeyê her du ciwan 48 saetan îşkence kirine û piştre jî bi alavên tûj kuştine. Çavkaniyan, diyar kir ku leşkeran herî dawî jî cenazeyên ciwanan avêtine rexa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.