Di dorpêça polîsan de dirûşma ‘Bijî berxwedena zindanan’ berz kirin 2022-03-16 14:21:44   AMED - Polîsan li ber ATK’ê çalakiya malbatên girtiyan asteng kir. Malbatên girtiyan di nava dorpêça polîsan de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.    Nobeda Edaletê ku malbatên girtîyên nexwaş û girtiyên cezayê wan qediyaye û nayên berdan li Baroya Amedê dabûn destpekirin di roja 121’emîn de berdewam kir. Malbatan ji bo ku girtiyên nexwaş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin bên berdan li ber Saziya Tiba Edlî (ATK) çalakiya xwe domandin. Malbatên girtiyan xwestin ku li vir daxuyaniyê bidin çapemeniyê, lê polîsan daxuyanî asteng kir. Malbatên girtiyan li ser astengkirina daxuyaniyê, çalakiya rûniştine li dar xistin. Rêveberê û endamên MED TUHAD-FED, TUAY-DER, MEBYA-DER , DBP, OHD û MED-DER’ê piştgirî dan malbatan.    Polîsên ku çalakiya malbatan dorpêç kir, destûr nedan rojnamevan dîmen û wêneyan bigirin. Malbatan di nav dorpêça polîsan de çalakiya xwe domandin û dûrişmayên, "Bijî berxwedena zindanan" û "Haq, hûqûq, edalet" berz kirin.    Malbatan lêdana çepikan û berzkirina dirûşman dawî li çalakiya xwe ya îro anîn.