ÎHD'ê qurbaniyên Helebceyê bi bîr anî 2022-03-16 14:43:02   NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD’ê diyar kir ku ji Komkujiya Helebceyê û vir ve gefên li ser kurdan berdewam dikin û xwest ku pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk werin çareserkirin.    Navenda Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Şaxa wê ya Stenbolê bi boneya 34’emîn salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. ÎHD’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ji Komkujiya Enfalê ve gefên li ser kurdan didomin. ÎHD’ê bi bîr xist ku gelek welatan Komkujiya Helebceyê weke “qirkirin” nas kiriye û xwest ku Tirkiye jî weke “qirkirin” nas bike. ÎHD’ê diyar kir ku hewldanên tune hesibandin û êrişê yên li ser gelê kurd didomin û wiha got: “Di sala 2014’an de DAIŞ’ê êrişî Herêma Şengalê kiribû û kurdên êzdî qir kirin, bi hezaran jinên kurd revandin û weke kole firotin. Di sala 2015’an de li dijî DAIŞ’ê ewilî li bajarê Kobanê yê Herêma Rojava êrişên DAIŞ’ê hatin tekbirin û berxwedanên dîrokî hatin nîşandan. DAIŞ’a ku bajarê Reqa yê Sûriyeyê weke paytext îlan kiribû hate tekbirin û li ser navê mirovahiyê destkeftiyên girîng hatin bidest xistin. Gelê kurd parastina xwe pêşve bir û êrişên qirkirinê bertaraf kirin. Lê hêj jî gefên li ser kurdan berdewam dikin.”   ‘ROJA QIRKIRINA KURDAN’   ÎHD’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku wan biryar daye ku 16’ê Adarê weke “Roja Qirqirina Kurdan” nas bikin û wiha berdewam kir: “Sûcên ku pergala Sedam Hisên di çarçoveya operasyona Enfalê de armanc kirin û pêk anîn sûcên qirkirinê ne. Ji ber vê yekê divê tiştên hatine kirin weke qirkirinê werin bi nav kirin. Wekî din jî Dadgeha Cezayê ya Bilind a Iraqê di 1’ê Adara 2010’an de Komkujiya Helepceyê weke qirkirin nas kiriye. Qebûlkirina bi vî awayî wê pêşiyê li ber sûcên weke vî jî bigire.”   BANG LI NY Û KONSEYA EWROPAYÊ KIRIN   ÎHD’ê bang kir ku Tirkiye jî komkujiyê weke “qirkirin” nas bike û daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Mixabin şerê ku di 24’ê Tîrmeha 2015’an dîsa dest pê kir belavî qada Sûriyeyê û bakurê Iraqê jî bû. Em careke din desthilata siyasî ya Tirkiyeyê vedixwînin ku pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser bike. Em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Konseya Ewropayê jî dikin ku polîtîkayên ku şerê didome bi dawî bikin têxin meriyete. ÎHD wê ji bo Tirkiye “Qirkirina Kurdan” nas bike têkoşîna xwe bidomîne.”   BAROYA AMEDÊ    Baroya Amedê jî têkildarî Komkujiya Helebceyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Baroyê bertek nîşanî bêdengiya hêzên navnetewî da û wiha got: “Mixabin hêzên navnetewî û raya giştî ya navnetewî ji vê qirkirina qewimîn re bêdeng mane. Civaka navnetewî bi bêdeng mayîna li dijî sûcê herî giran ê ‘sûcê qirkirinê’ bûye hevparê sûc. Bi salan e hesabê komkujiyê nayê pirsîn. Tevî ku 34 sal derbasbûne jî hêj berpirsyar li dadgehên navnetewî nehatine darizandin. Ev yek jî weke şermeke herî mezin a dîroka mirovahiyê hêj didome.”   PARTIYA AZADÎ   Partiya Azadî jî di daxuyaniya xwe de komkujiyên ku bi serê kurdan hatine bi bîr xistin û wiha got: “Qirkirina Helebceyê ne êrişeke pergala Baasê ya ji rêzê ye. Komkujiya Helebceyê bi awayekî plankirî hatiye kirin û armanca pergala Baasê ew bu ku gelê kurd ê qedîm ji ser axa wan derxîne. Di serî de şehîdên Helebceyê hemû şehîdên ji bom af û azadiya gelê Kurdistanê ji bo heq, edalet û azadiyê canên xwe dane bi rehmet û minet bi bîr tînin. Em dixwazin diyar bikin ku ji bo komkujiyên weke vê bi dawî bibin divê gelê Kurdistanê azad bibe.”