Temellî: Werin em li qada Newrozê mil bidin milê hev 2022-03-16 14:52:23   WAN - Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî di çarçoveya amadekariyên pîrozbahiya Newrozê de beşdarî xebatan bû. Temellî bang li gelê Wanê kir û wiha got: “Weke rêwiyên rêya sêyemîn, em bang li gelê xwe dikin ku li qada Newrozê mil bidin milê hev.”    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê têkildarî pîrozbahiya Newrozê ku dê di 20’ê adarê de bê lidarxistin, daxuyaniyek da. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Em ê di roja Newrozê de vê qadê bi devî re tije bikin. Ne tenê li Wanê, em ê bi gelê xwe re li Amed, Cizîr û Îzmîrê jî qadên Newrozê dagirin. Ji bo ku em bikarin li dijî vê desthilatdariya faşîst, li dijî vê pergala zordar a cîhanê dest bi jiyaneke nû bikin, dê qadên Newrozê tije bikin. Em ê agirê Newrozê bi hev re vêxîn. Dibêjim, dem dema wê ye ku em bi hêvî û bi biryardarî biherikin qada Newrozê.”    Temellî, diyar kir ku di rewşa heyî ya Tirkiyeyê de hewcehî bi Kawayên Hemdem heye û wiha bi dawî kir: “Desthilatdariya faşîst, gelên me ji her alî ve dorpêç kiriye. Tenê heke em mil bidin milê hev dikarin, têkoşîneke hevpar bidin û berxwedana xwe ya li dijî faşîzmê xurtir bikin dikarin ji vê dorpêçê derkevin. Weke rêwiyên rêya 3’yemîn, banga me ji bo tevahiya gelê me ew e ku biherikin qada Newrozê.”