Mezlûm Ebdî li gel şandeyeke DYA û NY'yê civiya 2022-03-16 16:18:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê giştî yê HSD'ê Mezlûm Ebdî îro bi şandeyeke DYA û NY'yê re civiya. Her du aliyan geşedanên têkildarî têkoşîna li dijî terorê û girîngiya ewlehiya herêmê nîqaş kirin.   Li gorî Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD), şandeya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku ji Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Ethan Goldrich, Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê kar û barên Iraqê yê Amerîkayê Jennifer Gavito, Gerînendeya Dosyaya Sûriyê û Iraqê ya Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Zahra Bell û Nûnerê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê Matthew Pearl pêk dihat, bi Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mezlûm Ebdî re hevdîtin kirine.   Di civînê de şandeya DYA’yê, berdewamkirina hevkariyê di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya DYA’yê de destnîşan kir. Her wiha nêrînên xwe yên der barê geşedanên dawîn ên têkildarî têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de, bi taybet piştî bûyerên girtîgeha Sînaa ya li Hesekê, parve kirin.   Şandeyê xebat û fedakariyên HSD'ê silav kirin ku hewl dide girtîgehê ji nû ve kontrol bike û nehêle DAIŞ careke din plana xwe ya terorîst pêk bîne.   Li gorî daxuyaniya li ser malpera fermî ya Navenda HSD'ê hatiye belavkirin, her du aliyan destnîşan kir ku DAIŞ hîna li ser herêmê bi giştî gef e. Her wiha rêbazên xurtkirina hevkariyê di gelek qadan de nîqaş kirin û pêwîstiya pêşxistina geşepêdanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca sepandina ewlehiyê li herêmê destnîşan kirin.   Navendê diyar kir ku şandeya DYA’yê pêwîstiya berdewamkirina diyalogê di navbera aliyên Kurd ên li Sûriyê de teqez kiriye.