Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Tekîrdagê bi dawî bû 2022-03-16 16:41:06   TEKÎRDAG - Girtiyên li Girtîgeha Tekirdagê ku ji 17'ê Çileya 2022'an ve li dijî binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê kiribûn, bi dawî bû.    Li Girtîgeha Tekirdagê ya Jimara 2'yan a Tîpa F'yê di 19'ê Kanûna 2021'an de Vedat Erkmen bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dabû û piştî vê gardiyanan êriş biribû ser girtî Yasîn Emeç. Bi vê re girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Girtî Ahmet Arîf Yoyler, Habîb Guler, Tûfan Îlbaş, Huseyîn Karadaş û Suleyman Ûcakan di 17'ê Çileya 2022'yan de dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kiribûn. Di 1'ê Sibatê de jî Şahabettîn Ogut, Îlyas Yorgûn û Ahmet Altay dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Di 16'ê Sibatê de jî Ahmet Surme, Kutbettîn Onûr û Yûnûs Konak jî daxilî nava grevê bûbûn. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 58'emin de bi dawî bû.   Hat zanîn ku Serdozgeriya Girtîgeha Tekirdagê bi girtiyan re hevdîtin pêk aniye û diyar kiriye ku dê daxwazên girtiye bînin cih û piştî vê hevdîtinê girtiyan çalakiya xwe bi dawî kirin.