ROJEVA 17'Ê ADARA 2022'YAN 2022-03-17 09:00:21 * Dîrokzan Mehmet Bayrak, diyar kir ku Newroz sembola serîhildana gelê mazlûm a li hemberî rêvebiriyên zilimkar e û got, Newroza îsal dê ne kêmî Newroza 2013'an be.  * Şaredarê Sûrê yê berê Cezayîr Serîn ku şahidiya Newrozên bihişmet ên Amedê kiriye got: "Kurdan tim doza aştiyê kir. Heke aştî çêbibe, dê bi birêz Ocalan çêbibe."    * Derket holê ku ji "şahidên nepen" "Nîlufer" û "Esmer" ku li Midyadê bûbûn sedema darizandina bi dehan kesî, ji Bernameya Parastina Şahidan hatine derxistin.   * Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek diyar kir ku li Tirkiyeyê têkoşîna yekbûyî êdî diviyatiyek e û got: "Lewma niha dem dema zexmkirina berxwedanê û serkeftinê ye."    * Şêniyên Rihayê diyar kirin ku ew ê di Newrozê de azadiya Ocalan daxwaz bikin û ew ê jî wek Kawayê Hesinkar agirê serkeftinê vêxin.    * Yasemîn Suleymanoglû ya li Amedê karê cildirûnê dike diyar kir ku beriya Newrozê daxwaza cil û bergên netewî zêde bûye û ji ber qeyrana aborî cilên yek reng tên tercîhkirin.    * Cîgira Hevserokatiya Giştî ya Tevgera Azadiyê Tara Huseyîn, hevdîtina Nêrçivan Barzanî û Tayyîp Erdoganê AKP'î nirxand û got: "Bi van hevdîtinên dawîn re amadekariyên êrişeke topyekûn tên kirin."   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 374'emîn de berdewam bike.    * Li navçeyên Erdîş û Hezroyê dê pîrozbahiyên Newrozê bên lidarxistin. Li gelek bajarên din jî dê amadekarî û pîrozbahiyên Newrozê bên kirin. (10.00-19.00)   * Danişîna doza derbarê parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hatiye vekirin dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê bê lidarxistin. (10.00)    * Danişîna doza derbarê girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan de hatiye vekirin dê li Dadgeha Edeneyê bê lidarxistin. (10.00-18.00)   * Danişîna doza Dayika Aştiyê Meryem Soylû dê li Dadgeha Amedê were lidarxistin. (10.00-17.00)   * Piştevaniya Taksîmê dê têkildarî Doza Geziyê li avahiya Odeya Avahîsazan a Stenbolê daxuyanî bide çapemeniyê. (11.00)    * Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn dê têkildarî binçavkirina 24 jinên duh li Amedê hatibûn binçavkirin li avahiya ÎHD'a Amedê daxuyanî bide. Têkildarî heman mijarê dê li Êlihê jî daxuyanî bê dayîn. (12.30)    * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin dê li Amed, Wan û Îzmîrê berdewam bike. (13.00-16.00)   * Şaredariya Silopiya ya HDP'yî dê bi merasîmekê Bazara Keda Jinan veke. (14.00)