Şêniyên Rihayê: Em ê di Newrozê de azadiya Ocalan daxwaz bikin 2022-03-17 09:08:59 RIHA - Şêniyên Rihayê diyar kirin ku ew ê di Newrozê de azadiya Ocalan daxwaz bikin û ew ê jî wek Kawayê Hesinkar agirê serkeftinê vêxin.  Li Rihayê amadekariyên pîrozbahiya Newroza bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” dê bê lidarxistin. Pîrozbahiyên Newrozê dê di 19’ê mehê de li navçeya Pirsûsê, di 20’ê mehê de li navenda Rihayê û di 21’ê mehê de jî li navçeya Wêranşarê bê lidarxistin. Newroza Rihayê dê li Stadyuma 11’ê Nîsanê were lidarxistin.    ‘EM Ê BIBIN LEHÎ’    Yusuf Berk ê 81 salî ku 25 li bajêr tevli pîrozbahiyan dibe diyar kir ku ew ê bibin lehî û biherikin qada Newrozê û banga tevlibûnê li xelkê Rihayê kir.   ‘NEWROZA AZADIYÊ’    Muhammet Uygur (48) jî anî ziman ku ew dixwaze tevahiya xelkê Rihayê biherikin qada Newrozê û govenda aazadiyê bigirin.    ‘DÊ LI DIJÎ ZILMÊ RABIN’    Ramazan Karakuş (46) jî got ew ê tevli Newrozê bibin û çawa ku Kawayê Hesinkar li dijî zilmê serî hilda dê ew jî li dijî zilmê derkevin.    ‘EM Ê AZADIYA OCALAN DAXWAZ BIKIN’    Muhammed Şîmşek (60) jî diyar kir ku ew her sal bi malbata xwe re tevli Newrozê dibe û got: “Newroz ji Kawayê Hesinkar wek mîras ji bo me maye. Em ê li qada Newrozê azadiya Ocalan daxwaz bikin. Em dixwazin zilma li ser gelê me bi dawî bibe.”    ‘DÊ BIBE NEWROZA AŞTIYÊ’    Naîle Kaplan (50) jî da zanîn ku ew ê bi cilên xwe rengîn tevli Newrozê bibe û dê ev Newroz ji bo wan bibe Newroza serkeftinê û aştiyê.    ‘EM Ê SERKEFTINA XWE RAGIHÎNIN’    Xezal Çam (53) jî anî ziman ku ew dixwazin ev Newroz bibe wesîleya aştiyê û çawa ku Kawayê Hesinkar bi agirê vêxist serkeftina xwe ragihand dê ew jî bi vêxistina agirê Newrozê serkeftina xwe ragihînin.    ‘EM Ê BI RENGÊ XWE TEVLI BIBIN’    Berfîn Çîçek (23) jî destnîşan kir ku Newroz ji bo wê tê wateya têkoşîn û berxwedanê û ev Newroz ji bo wan girîng e û dê bi tîlîlî û reng û daxwazên xwe tevli pîrozbahiya Newrozê bibin.    ‘DÊ BIBE RESMÊ TÊKÇÛNA ÎKTIDARÊ’    Muhsin Aydogdu (24) jî ew ê bi tevlibûna xwe û resmê nîşan bidin dê bibe têkbirina îktidarê û xwest li Rihayê her kes tevli pîrozbahiya Newrozê bibe.    BERNAME    Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, Parlamenterê HDP’ê Nusettîn Maçîn dê wek axiver tevli pîrozbahiyê bibin. Hunermend Rojda, Erdogan Emîr û Koma Hevra jî dê derkevin ser dika Newrozê û stranan bistrin.    MA / Emrûllah Acar