'Şahidên nepen' ên bûn sedema girtina bi dehan kesan pûç derketin! 2022-03-17 09:12:04 MÊRDÎN - Derket holê ku ji "şahidên nepen" "Nîlufer" û "Esmer" ku li Midyadê bûbûn sedema darizandina bi dehan kesî, ji Bernameya Parastina Şahidan hatine derxistin.  Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê di operasyonên sala 2016-2018'an de gelek kes bi hincetên beyanên "şahidên nepen" ketibûn ber lêpirsînan û doz li wan hatibûn vekirin. Herî dawî di tebaxa 2018'an de hin operasyon hatibûn lidarxistin û di dosyeyên van operasyonan de beyanên "şahidên nepen" ên bi navê "Nîlufer" û "Esmer" hebûn. Bi hinceta beyanên "şahidên nepen" "Esmer" û "Nîlufer", Mehmet Dag û Mesût Aydin ên HDP'î bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin. Ev her du kes demekê di girtîgeê de mabûn û paşê hatibûn berdan.    Di darizandinê de li ser daxwaza parêzeran biryar hatibû girtin ku cardin her du "şahidên nepen" bên guhdarkirin. Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Mêrdînê derbarê "şahidên nepen" "Esmer" û "Nîlufer" de biryar girtibû ku ev kes bên amadekirin, ger neyên amadekirin divê hincetên xwe ragihînin dadgehê. Lê belê çendî biryara dadgehê hebû jî ev kes nehatibûn guhdarkirin.    Di danişîna 10'ê Adarê de hat diyarkirin ku daxwaza ji bo guhdarkirina şahidan hatiye bersivandin. Di nivîsa bi îmzeya Midûrê Şaxa Parastina Şahidan ji dadgehê re hatiye şandin de hatiye diyarkirin ku her du kes piştî lêpirsîn hatiye destpêkirin bi 3 mehan ji Bernameya Parastina Şahidan hatine derxistin û kes xwe nagihîne wan.    Berê jî li Mêrdînê "şahidên nepen" ên bi koda “ML1Z0G7R1T/MALAZGİRT”, “B19O9L6D2P0L1T5 /BOLDPİLOT”, “1AN4K0AR2A/ANKARA” û “Boksor” sexte derketibûn.    MA / Ahmet Kanbal