Newroza ku ji Kadîfekaleyê veguhêzî Gundogduyê 2022-03-17 10:48:26 ÎZMÎR - Li Îzmîrê Newroz gelemperî li taxên ku kurd lê dijiyan dihat pîrozkirin. Lê belê piştî ku Rahşan Demîrel di sala 1992’yan de li Kadîfekaleyê bedena xwe da ber agir, Newroz girseyîtir bûn û veguhêzî navenda bajêr.  Agirê Newrozê ku di salên 90’î de li taxên Îzmîrê dihat vêxistin, bi demê re girseyîtir bûn û êdî li navenda bajêr hatin pîrozkirin. Bi taybet piştî ku Zekiya Alkan a li Îzmîrê dijiya di sala 1991’an de li Keleha Amedê û Rahşan Demîrel jî di sala 1992’yan de li Kadîfekale ya Konakê bedena xwe dan ber agir, Newrozên li Îzmîrê hîn girseyîtir bûn. Gelê kurd ku di van salan de bi dirûşma “Azadî ji Kurdistanê re” dadiketin qadan, li dijî zilmê qadên Newrozê tije dikirin.    BI BANDORA RAHŞANÊ GIRSEYÎTIR BÛN   Hêj di demên pir zû de li Îzmîrê Newroz dihat pîrozkirin lê cara ewil di sala 1991’an de bi awayekî girseyî li taxan hate pîrozkirin. Vê salê li taxên Kadîfekale ya Konakê, Menemen û Asarlikê û li navçeyên Karabaglar, Karşiyaka û Bucayê bi girseyî hate pîrozkirin. Newroza sala 92’yan a Îzmîrê, qonaxeke girîng bû. Rahşan Demîrel li Kadîfekaleyê bedena xwe da ber agir û vê jî kir ku Newrozên Îzmîrê girseyîtir bibin û li taxên din jî belav bibe. Li hemberî gefên wan kesên ku li ser televîzyonan digot; “Newroz qedexe ye, qedexeye ku lastîk bên şewitandin”, Rahşan Demîrel a 17 salî bi çalakiya xwe bersiv dida û bû agirê serhildanê. Rahşan Demîrel wiha digot: “Ez li Kadîfekaleyê xwe dikim Newroz. Ez neçarim ku bersiva Cizîr, Mêrdîn û Nisêbînê bidim. Xwedî li min derkevin. Ez agahî didim Îsmet Sezgîn, ev Newroz dê were pîrozkirin...Heke bi lastîkan nebe jî, dê bi canê xwe pîroz bikin!” Rojek piştre cenazeyê Rahşan Demîrel bi tevlibûna 20 hezar kesan ber bi Nisêbîn a Mêrdînê ve hate oxirkirin.    1993: HEM DI ŞER DE HEM JÎ DI AŞTIYÊ DE EM BI TE RE NE    Piştî çalakiya Rahşan Demîrel, bi taybet jî li taxên Menemen, Asarlik, Buca, Karabaglar, Gazîemîr û hwd. ku gelek kurd lê dijiyan, Newroza 93’yan bi girseyî hate pîrozkirin. Bi taybet jî li Kadîfekaleyê ewqas bi girseyî derbas bûbû ku girseyekî wiha qet li wir nehatibû dîtin. Biryara agirbestê ya wê salê ketiye meriyetê jî mohra xwe li Newrozê da. Dirûşma wê Newrozê ev bû; “Di aştiyê de jî di şer de jî em bi te re ne Ocalan.”   MITÎNGA EWIL DI 1998’AN DE HAT KIRIN   Newroza ku li taxan dihat pîrozkirin, di sala 1994’an de êdî veguhêzî navenda bajêr. Bi hezaran kes bi dirûşma “Agirê Newrozê bila li Konakê be”, li pêşiya avahiyên Partiya Demokrasiyê (DEP) yên bajêr û navçeyan kom bûn û Newroza xwe pîroz kirin. Di salên 1995-96-97’an de jî gel di nava rojê de diçû pêşiya avahiyên partiyê û bi şev jî li taxan Newroz pîroz dikirin. Mitînga Newrozê ya yekemîn jî di sala 1998’an de li ser bangewaziya Partiya Gel a Demokratîk (HADEP), Partiya Azadî û Demokrasiyê û Partiya Kedê, li Qada Cumhuriyetê ya Konakê hat pîrozkirin. Nêzî 15 hezar kesan tev li mitîngê bûn û dirûşma “Azadî ji Kurdistanê re” derket pêş.    1999: HÛN NIKARIN ROYA ME TARÎ BIKIN    Ji ber Komploya 15’ê Sibatê, destûra Newroza 1999’an nehat dayîn. Lê belê bi tevlibûna hezaran kesan, Newroz li taxan hate pîrozkirin. Di Newroza vê salê de dirûşmên “Hûn nikarin roya me tarî bikin” û “Bimre komploya navneteweyî” derketin pêş. Welatiyan xwestin ji Kadîfekaleyê ber bi Qada Konakê ve bimeşin. Lê polîsan êriş kir û nêzî 100 kesan hatin binçavkirin.    SALÊN 2000’Î: BERXWEDAN DERKET PÊŞ   Di salên 2000'î de gelemperî ji bo pîrozbahiyên Newrozê destûr hate dayîn. Serlêdanên ji bo Qada Gundogduyê hatibûn redkirin. Li ser vê yekê jî bi pêşengtiya HADEP’a Îzmîrê ve li Qada Hîpodrom a Bucayê mitînga “Newroz Aştî” hat lidarxistin. Li gel mitîngê, di saetên êvarê de jî li Kadîfekale, Agora, Narlidere, li Sondurak a Balçovayê, li Perşembe Pazari ya Balçovayê, li Yamanlar a Karşiyakayê û li Guzeltepe ya Çîgliyê bi tevlibûna HADEP û EMEP’ê pîrozbahî hatin lidarxistin.    CARA EWIL LI QADA GUNDOGDUYÊ    Mitîngên di navbera salên 2001-2005’an de li Hîpodrom a Bucayê hatin lidarxistin û yekemîn car di sala 2006’an de li Qada Gundogdu ya Konakê hate pîrozkirin. Destûr nehat dayîn ku gel bi dirûşmên Newrozê ji taxan ber bi qadê ve bimeşe. Di encama êrişa polîsan de zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin. Lê tevî vê yekê jî gel herikî Qada Gundogduyê û Newroza xwe pîroz kir. Ji wê dîrokê û şûnde jî Qada Gundogduyê ji pîrozbahiyên Newrozê re hate qedexekirin. Di salên 2007 û 2008’an de destûra pîrozkirina Newrozê nehat dayîn lê belê tevî vê yekê jî gel herikî Qada Gundogduyê. Her wiha polîsan li Asarlik, Kadîfekale, Yamanlar û Bucayê êrişî pîrozbahiyan kir. Tevî êrişan jî gel bi coşeke mezin Newroza xwe pîroz kir. Bi taybet jî di sala 2008’an de pîrozbahiyên Newrozê li seranserî welêt berbelav bûn û agirê Newrozê hat vêxistin.    AN AZADÎ AN AZADΠ   Pîrozbahiya Newroza 2009’an jî li Hîpodrom a Bucayê hate lidarxistin. Newroza ku hefteyek beriya hilbijartinên herêmî hate pîrozkirin, di heman demê de veguherî mitînga hilbijartinê. Di sala 2010’an de jî zêdetirî 50 hezar kes beşdarî Newroza li Hipodroma Bucayê bû. Şaredarên wê salê hatibûn girtin û girtiyên din, mijara sereke ya vê Newrozê bûn ku dirûşma wê jî “Em ê kelemçeyan bişikînin” bû. Di pîrozbahiya sala 2011’an a Bucayê de jî bi hezaran kes amade bûn. Pîrozbahî, di demekî nêzî hilbijartinan hatin kirin û peyama “yekitiyê” derket pêş. Pîrozbahiyên Newroza 2012’an ji hêla pêkhateyên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ên Îzmîrê ve hate organîzekirin û li Hîpodrom a Bucayê hatin kirin. Pîrozbahiya ku bi dirûşma "An azadî an azadî" hatibû lidarxistin de bi hezaran kes amade bû.    2013-2014: AZADÎ JI OCALAN RE    Ber bi sala 2013’an ve êdî dirûşma “Azadî ji Ocalan re, statû ji Kurdan re” derket pêş. Pîrozbahiya ku ji hêla Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ve hatibû organîzekirin, li Qada Akincilar a Şîrînyer a Bucayê hat lidarxistin. Vê salê jî li gel pîrozbahiya mitîngê, her wiha li Kadîfekale û Asarlikê jî bi tevlibûna hezaran welatiyan agirê Newrozê hate vêxistin. Mijara sereke ya Newroza 2014’an ku ji hêla Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hatibû organîzekirin, “Em ê xwe û bajarên xwe birêve bibin” bû. Bi tevlibûna bi hezaran kesan, li Hîpodrom a Bucayê bi daxwaza “Azadî ji Ocalan re” pîrozbahî hate kirin.    2015: PÎROZBAHIYA HERÎ GIRSEYΠ   Girseyîtir Newroza Îzmîrê jî di sala 2015’an de li Qada Gundogduyê hate kirin. Nêzî 80 hezar kes tev li pîrozbahiyê bû û peyama sereke ya mitîngê jî ev bû; “Azadiya Ocalan, azadiya tevahiya gel e.” Bi hezaran kesên ji taxan ber bi qadê ve diherikiyan, bi yek carê aştî dixwestin. Di pîrozbahiyê de ji jinên yoruk ên bi cil ên bergên xwe yên rengîn heta ji gelek neteweyên din, bi hezaran kesên ji neteweyên cuda beşdarî pîrozbahiyê bûn û peyamên aştî û yekitiyê dan.    2016: TEVÎ GIRTINAN JÎ HATE PÎROZKIRIN   Di sala 2016’an de ji ber girtina hevserok û rêveberên HDP’ê, li Îzmîrê mitîngeke girseyî nehat lidarxistin. Lê tevî girtinan jî di serî de li Kadîfekaleyê, li gelek taxên din bi tevlibûna bi hezaran kesan pîrozbahî hatin kirin.    2017: REFERANDÛMÊ MOHRA XWE LÊ DA    Newroza 2017’an bi pêşengtiya HDP’ê li Qada Gundogdu ya Alsancakê hat pîrozkirin. Guherandina Qanûna Bingehîn mohra xwe li Newroza vê salê da. Pîrozbahiyên ku li tevahiya rojê berdewam kirîn de peyama derketî pêş jî ev bû: “Em gel in, hêza me yekitî û gotina me na ye.”    2018: EM Ê TEQEZ BI SER KEVIN   Di Newroza sala 2018’an de jî bi hezaran kes li Qada Gundogduyê kom bûn. Di dema pîrozbahiyên Newrozê de zêdetirî 60 kes hatin binçavkirin. Di sala 2019’an de jî Rêxistina HDP’a Îzmîrê bi dirûşma “Em ê teqez bi ser kevin û tecrîdê hilweşînin” û bi tevlibûna bi dehhezaran kesan li Qada Gundogduyê Newroza xwe pîroz kirin.    2021: BI AGIRÊ NEWROZÊ EM AZAD BIBIN    Ji ber rewşa pandemiyê, di sala 2020’an de pîrozbahiyên girseyî nehatin kirin. Lê li taxan weke sembolek agir hat vêxistin. Di sala 2021’an de bi dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û azad bibin”, li Qada Gundogduyê hate pîrozkirin. Tevî şert û mercên hewayê nebaş jî, bi hezaran kes tev li mitîngê bû û daxwaz rakirina tecrîdê di pîrozbahiyê de derket pêş. Ji gelek netewe û baweriyên cuda bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiyê bûn.    PÎROZBAHÎ DI 20’Ê ADARÊ DE YE    Newroza îsal dê li çar aliyên Tirkiyeyê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” bê pîrozkirin. Newroz dê 29 jê bajar, bi giştî li 72 navendan bê pîrozkirin. Yek ji van navendan jî Îzmîr e. Newroza Îzmîrê dê di 20’ê adarê saet di 13.00’an de li Qada Gundogdu ya Alsancakê bê pîrozkirin. Li bajêrê ku gelek kurd lê dijîn, di heman demê de li taxên Konak, Kadîfekale, Karşiyaka, Yamanlar û Menemen, Asarlik û li navçeyên Torbali, Buca û Çîgliyê jî were pîrozkirin.    Amadekariyên ji bo Newrozê yên li bajêr berdewam in. Kesên ku şahidiya pîrozbahiyên Newrozê yên berê kirine, ji ajansa me ra axivîn.    ‘HER TIM OCALAN DERKET PÊŞ’    Hacey Yilmaz ku ji sala 1990’an heta niha her tim di komîteya amadekar de cih girtiye dibêje ku sembola Newrozê, Rahşan Demîrel e. Yilmaz, anî ziman ku ji wê dîrokê ve êdî Newroz li Îzmîrê bi girseyî hatin pîrozkirin û wiha got: “Dema li tax û qadan qala Newrozê tê kirin, Kawa û Mazlum Dogan ji ewil tê bîra her kesî. Lê dirûşma herî zêde di Newrozan derdikeve pêş, birêz Ocalan e. Ev yek li derveyî îradeya komîteya amadekar pêş dikeve. Gel dema tê qadê, dibêje ‘hûn nikarin roya me tarî bikin.’ Azadiya Ocalan dixwazin. Bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan jî êdî li vê daxwazê zêde bûye.”    NEWROZA 2015’AN JI BÎRA WÊ NAÇE   Yimaz, diyar kir ku Newroza 2015’an bo wê xwedî girîngiyeke mezine û wiha domand: “Di axaftina destpêkirinê de min got; ‘Em vê Newrozê diyarî birêz Ocalan dikin.’ Piştî vê gotina min, 10 deqeyan bênavber çepik hatin lêxistin û tililî hatin avêtin. Ev qet ji bîra min naçe. Min wê demê baş fêm kir bê ka ev gel çiqasî girêdayî Ro’ya xwe ye. Di sala 2013’an de jî dirûşma Newrozê ‘Azadî ji Ocalan re’ bû. Komîteya Amadekar pankarteke bi qasî 15 mîtroyan li pişta dikê hilayîst. Piştre jî ciwanan rûyên xwe ghirtin û bi posterên Ocalan derketin ser dikê. Demîrtaş li ser dikê got; ‘Ciwanîno, hewce nake hûn rûyê xwe bigirin. Ji ber ku li ser dikê wêneyê mezintir heye.’”   MEŞA BER BI AZADIYÊ VE   Di berdewamê de jî Yilmaz anî ziman ku Newroz ji bo hemû bindestan roja serhildan û raperînê ye û wiha pê de çû: “Zilma Deheqan û serhildana li hemberî wan hêj îro jî berdewam e. Newroza îsal dê cuda be. Em ji vê îktîdarê re dibêjin êdî here. Lewma me dirûşma Newrozê kir ‘Dema serkeftinê.’ Gel, ne bi ruhê muxalefeta ku gazincan dike lê dê bi ruhê serkeftinê dakeve qadan. Gelê me dê bi vê coşê biherike qadên Newrozê. Her wiha 30’emîn salvegera çalakiya Rahşan Demîrel e. Bi vê wesîleyê bang li gel dikim ku ji bo xwedîderketina li bîranîna Rahşan Demîrel û azadiya Ocalan biherikin qada Newrozê.”    ŞEWITANDINA GUNDAN   Ahmet Alagoz ku di demên berê de rêvebertiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û HDP’ê kiriye jî da zanîn ku bi valakirina gundan re di salên 90’î de Newrozên li Îzmîrê girseyîtir bûn. Alagoz, daxuyand ku çalakiya Rahşan Demîrel bandoreke mezin li gel kir û wiha derbirî: “Di wan salan de mirovan bêhtir azadî, aştî û azadiya Ocalan dixwestin. Em li metropolan dijiyan lê dîsa jî kelecana Newrozê mezin bû. Kesên gundên wan dihatin şewitandin, xizmên me bûn. Daxwazên wan, daxwazên me jî bûn. Ji wan rojan ve şêweyê Newrozê guherî. Êdî li seranserî cîhanê dihat pîrozkirin û dawaza azadiyê ya gelekî dihat qîrîn. Di demên ewil de kesekî gelê kurd nas nedikir lê niha hemû cîhan nas dike. Dê Newroza îsal cuda be. Hemû kesên ji ber nêrîna xwe ya siyasî êş dikişîne, ji rûxandina hawirdorê aciz, li dijî qetilkirina jinan û yên ku ji kedxwariyê aciz divê bi hev re biherikin qada Newrozê.”    MA / Semra Turan - Tolga Güney