Li Erdîşê bi hezaran kesî xwe da ber tîna agirê Newrozê! 2022-03-17 11:26:53 WAN - Agirê yekemîn ê Newroza Serhedê li Erdîşê hat vêxistin. Bi hezaran kes tevlî Newrozê bûn û bi vêxistina agir re coşa li qadê derket asta herî jor.    Agirê Newrozê ku bi şîara "Dem Dema Serfektinê ye" destpêkê li navçeya Elkê ya Şirnexê hat vêxistin, îro bi navçeya Erdîşê ya Wanê berdewam kir. Di saetên serê sibehê de bi hezaran kesî ji bo pîrozkirina Newrozê berê xwe dan qada Newrozê ku li Hala Zêrzewatan tê pîrozkirin. Kesên ku hatin qadê di 2 nuqteyên kontrolê re derbasî qadê bûn. Qada Newrozê bi alên DBP û HDP'ê hatiye xemilandin. Piraniya wan jin û ciwan nêzî 10 hezar kes qada Newroze têje kirin.  Jinên ku bi kincên xwe yên herêmî li qada Newrozê govend digerînin û reng didin qada Newrozê. Dayikên Aştiyê li refên pêş ên qadaê cihê xwe girtine. Li qada timik dûrişmeyên mîna "Bijî Newroz" , "Dem dema serkeftinê ye", "Bijî Berxwedana zindanan", “Bijî Serok Apo” tên berzkirin.      NEWROZA ERDÎŞIYAN PÎROZ KIRIN   Bernameya Newrozê bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre bi sedan kesî bi hev re sirûda Çerxa Şoreşê xwendin. Dema xwendina sirûdê dûrişmeyên "Bijî Serok Apo" , "Bijî Berxwedana YPG’ê" hatin berzkirin. Piştre Serokê Komîteya Amedekar a Newrozê Nîhat Macît derket ser dikê û axaftina vekirina bernameya Newrozê kir. Piştî Macît Hevserokê HDP'a Erdîşê Bayram Çîçek, Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin û Hevseroka HDP'ê ya Bajar a Wanê Handan Karakoyûn derketin ser dikê û bi axaftinên kurt Newroza gelê Erdîşê pîroz kirin.      'EM Ê TEQEZ QEZENÇ BIKIN'   Piştre Hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin derket axaftin kir. Avci, diyar kir ku Newroz li dijî zilmê serhildanê ye û wiha got: "Agirê Newrozê ku Mezlûm Dogan li dijî feraseta faşîst a Zindana Amedê vêxistin îro gihîştiyeke merheleyeke din. Em bejna xwe li hemûyan ditewînin. Ji wê rojê ve em ji tirsê natirsin tirs ji me ditirse. Vîna we hatiye desteserkirin û qeyûm hatiye tayînkirin. Em ê li dijî zilmê rawestin. Newroz li her derê li dijî zilmê berxwedan e. Kê xwe wanî û erdîşî zanibe û qeyûm meşrû bibîne, em ê li dijî wê ferasetê bisekinin. Gund û malên me şewitandin û me sirgûn kirin. Ji me re yekitî pêwîst e. Heke em bibin yek em ê careke din vegerin cihên me ji sirgûn kirine. Em ê teqez qezenç bikin û wê zalim têk biçin."   AGIRÊ EWROZÊ HAT VÊXISTIN   Piştî axaftinan Koma Aryen derket ser dikê û stranên xwe got. Bi konserê re agirê yekemîn ê Newroza Serhedê jî li Erdîşê hat vêxistin. Bi vêxistina agirê Newrozê re coşa li qadê derket asta herî jor. Erdişiyan li dora agirê Newrozê govend gerand.    'WÊ NEWROZ BIBE WESÎLEYA AZADIYA OCALAN'   Piştî ku agirê Newrozê hat vêxistin Parlamenterên HDP'ê yên Wan Mûazez Orhan û Mûrat Sarisaç jî axaftin kirin. Orhan, di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîn û berxwedana kurdan a di Newrozê de û diyar kir ku wê dev ji berxwedana xwe bernedin û got ku wê Newroz bibe wesîleya azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.    'YEKITIYÊ NIFTEYA SERKEFTINÊ YE'   Parlamenter Mûrat Sarisaç jî destnîşan kir ku Newrozê bi 3 darikên niftikê dest pê kiriye û ji aliyê bi hezaran kesî ve li qadan tê geşkirin û wiha got: "Newroz ji bo me ne tenê hatine biharê ye. Di heman demê de cejna azadî û berxwedanê ye. Her cure zilm li gelê me yê Zîlan hat kirin. Ma Komkujiya Geliyê Zilan tê jibîrkirin? Rexmî van hemû zilman jî gelê Erdîşê serê xwe netewandiye û têkoşiyaye. Armanca me ya sereke tifaqa kurdan e. Heke em vê tifaqê pêk bînin wê careke din Geliyê Zîlan û Roboskî nebin. Yekitî nifteya serkeftina kurdan."   'DIVÊ OCALAN AZAD BIBE'   Sarisaç jî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û derbarê mijarê de ev tişt got: "Polîtîkaya dijminane tê meşandin. Li ser birêz Ocalan tecrîd tê meşandin. Heta ku tecrîd ranebe bila kes nebêje ez azad in. Dema ku Ocalan diaxive aştê çêdibe. Ocalan ne kesek ji rêzê ye, paradîgmaya wî ji bo hemû dinyayê bû mînak û alternatîf. Tenê rakirina tecrîd têr nake divê azadiya fizîkî ya Ocalan jî pêk bê."   Piştî axaftinan Newroza Erdîşê bi stranên hunermend Talat Yeşîl bi dawî bû.