Li Silopiya û Dîlokê amadekariyên Newrozê didomin 2022-03-17 14:31:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Silopiyayê û Dîlokê amadekariyên pîrozbahiya Newrozê berdewam dikin. Rêxistinên HDP’ê ya Silopiya û Dîlokê banga tevlibûna pîrozbahiyê li xelkê kirin.    Ji pîrozbahiya Newrozê re çend roj mane û gund bi gund, tax bi tax, navçe bi navçe û bajêr bi bajêr xebat û amadekarî bênavber berdewam dikin. Li navçeya Silopiya ya Şirnexê û li Dîlokê banga tevlibûna pîrozbahiyan li xelkê hat kirin.    Li navçeya Silopiya ya Şirnexê ku wê di 20’ê adarê de pîrozbahiya Newrozê were lidarxistin, amadekarî berdewam dikin. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Silopiya bang li xelkê Silopiyayê kir ku biherikin qada Newrozê û tevli pîrozbahiyê bibin. Parlamenterê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz, Dayikên Aştiyê û rêveberên HDP’ê li navçeyê serdana gel kirin û vexwendin pîrozbahiya Newrozê.    Hevseroka Rêxistina HDP’a Silopiyayê Asuman Kulter diyar kir ku ew îsal Newrozê bi kelecaneke cuda pîroz dikin û ev bang kir: “Em îsal bi dirûşma ‘Dem dema azadiyê û serkeftinê ye’ Newrozê pîroz dikin. Bi vê mebestê em bang li hemû gelê Silopiyayê dikin ku 20’ê adarê biherikin qada Newrozê. Newroz pîroz be, bijî Newroz.”   Pîrozbahî dê li Qada Newrozê were lidarxistin û Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş û hunermend Cevdet Bagca, Hîvron û Batman Kolektîf dê tevli pîrozbahiyê bibin.    DÎLOK    Li Dîlokê jî dê di 20’ê Adarê de li Qada Newrozê pîrozbahî bê lidarxistin. Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Tugrul û Endama Meclisa Jinan a HDP’ê Gulcîhan Şîmşek dê wek axiver tevli bibin û hunermend Mîkaîl Aslan û Şerzat dê konser bidin.    Rêveberên HDP’ê diyar kirin ku Newroz remza berxwedan û azadiyê ye û ew bi ruhê Mazlûman hemû kesî vedixwînin pîrozbahiya li bajêr.