Malbatan ji bo azadiya girtiyan li pêşiya edliyeyê bang kirin 2022-03-17 14:32:12   AMED - Di roja 122’yan a Nobeta Edaletê ya Amedê de malbatên girtiyan li pêşiya edliyeyê hatin ba hev û xwestin ku girtî werin berdan.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên cezayê wan xelas bûyî lê nehatine berdan û girtiyên nexweş li Baroya Amedê dabûn destpêkirin, di roja 122’yan de li pêşiya Edliyeya Amedê berdewam kir. Federasyona Komeleyên Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Med (MED TUHAD-FED), Şaxa Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirîn (MEBYA-DER) jî piştgirî dan çalakiyê.    Malbatên girtiyan ên ku li pêşiya edliyeyê hatine ba hev û endamên STO’yê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Beriya çalakiyê bi dehan polîsan pêşiya edliyeyê girtibûn û malbat xistin dorpêçê. Malbat û nûnerên STO’yê ev helwesta polîsan bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan protesto kir. Di dema çalakiya rûniştinê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” berz kirin. Malbatan xwest ku girtî bên berdan.    Çalakî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.