Zaînal Abarakov hat binçavkirin 2022-03-17 15:30:06   DÊRSIM - Gumanbarê sereke yê windakirina Gulistan Dokû, Zaînal Abarakov hat binçavkirin.    Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû di 5'ê çileya 2020'an de li Dersimê hat windakirin û ji vê dîrokê ve agahî jê nayê girtin. Di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê windakirina Dokû de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dêrsîmê ve hatibû destpêkirin de gumanbarê serekê yê Dokû Zaînal Abarakov li navçeya Alanya ya Antalyayê hat binçavkirin. Polisan Abarakov bi xwe re birin Miduriyeta Polisan a Alanyayê û li bendê ye ku bi SEGBÎS'ê îfadeyê wî bê girtin.