‘Heke edalet hebûya dê dayik ne li vir bûna’ 2022-03-17 15:45:00   WAN – Ji çalakgerên Nobeda Edaletê ya Wanê Eslîxan Tîmûr ku lawê wê girtî ye got: “Em gazî Wezîrê Dadê dikin, bila daxwazên me qebûl bike. Heke edalet hebûya em ê ne li vir bûna.”    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin, li Baroya Wanê di roja 92’yemîn de berdewam dike. Nobeda îro ji aliyê Eslîxan Tîmûr a kurê wê Botan Tîmûr li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F’yê girtî ye, Zubeyde Abî ya hevjînê wê Ebedîn Abî yê 26 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ye û Naciye Abî ya dayikên girtî Sedat û Necmettîn Abî yên li Girtîgeha Wanê ya Ewlehiya Bilind girtî ne domandin. Rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê serdana malbatan kirin.    Serokê ÎHD’a Wanê Mehmet Karataş diyar kir ku ew piştevaniya çalakiya malbatên girtiyan dikin û e dixwazin dê demek kin de rayedar dengê malbatan bibihîzin û dawî li neheqiyên li girtîgehan bînin.    ‘BILA DAXWAZA ME BICIH BÎNIN’   Eslîxan Tîmûr a dayika girtî Botan Tîmûr jî spasiya mêvanan kir û ev piştevanî hêzê dide wan. Tîmûr da zanîn ku ji ber cezayên li kurê wê hatine birîn 3 meh in nikare biçe hevdîtinê û kurê wê di telefonê de jê re gotiye, “7 sal in di girtîgehê de me û tengezariyên me pir in. Banga xwe ya edaletê bi dengekî bilindtir bînin ziman.” Tîmûr anî ziman ku li Tirkiyê edalet tune ye û got: “Heke edalet hebûya dê dayik ne liv ir bûna. Ev sê meh in em ji bo edaletê çalakî dikin. Em naxwazin darbest ji girtîgehan derkevin. Bila îşkence li girtiyan neyê kirin. Bila pêdiviyên wan bên dabînkirin û tedawiyên wan bên kirin. Heta ku em dayik hebin em ê daxwaza xwe ya edaletê qîr bikin. Em gazî Wezîrê Dadê dikin, bila daxwazên me qebûl bike. Bi zextan bersiva daxwaza me ya edaletê didin. Heta ku edalet bicih were em ê çalakiya xwe bidomînin.”