Li Hezex û Rezanê amadekariyên Newrozê hatin kirin 2022-03-17 16:28:34   ŞIRNEX/AMED - Rêveberên HDP'ê û DBP'ê û aktîvîstên TJA'yê li navçeya Hezexa Şirnexê û navçeya Rezana Amedê banga tevlibûna pîrozbahiya Newrozê li xelkê kirin.   Komîteya Amadekar a Newrozê ya Hezex a Şirnexê tekildarî pîrozbahiya Newrozê ku dê di 21’ê Adarê de bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” bê pîrozkirin, starta xebatên xwe da. Komîteyê, li ber avahiya HDP’ê ya Hezexê agirê Newrozê pêxist û daxuyanî da. Di daxuyaniyê de parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên TJA’yê amade bûn. Endam û rêveberên navçeyê jî bi cil û bergên xwe yên gelerî beşdarî daxuyaniyê bûn.    Beriya dayîna startê, bi kelecaneke mezin xelekên govendê hatin gerandin û tililî hatin avêtin. Piştre jî agir hat pêxistin û daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP’a Hezexê Ahmet Îdem diyar kir ku di vê serdemê de pêwîstiyeke mezin bi aştî, biratî û yekitiyê heye û wiha got: “Gelê kurd li dijî zaliman, hêza pêşeng a berxwedanê ne û her sal ji bo mezinkirina berxwedanê di 21'ê Adarê de dadikeve qadan û cejna xwe pîroz dike.”   ‘JI HER DEMÊ BÊHTIR NÊZÎ AZADIYÊ NE’   Îdem, Newroza 92’yan bi bîr xist û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em hemû kesên di wê pîrozbahiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ne. Em ê bi ruhê yekitiya neteweyî bi ser kevin. Banga me ji bo gelê me ew e ku di 21’ê Adarê roja duşemê de biherikin qada Newrozê.”    Pîrozbahiya Newroza Hezexê dê di 21’ê Adarê de were lidarxistin. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz û komên Hîvron û Jînawaz dê tev li pîrozbahiyê bibin.    AMED   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi bernameyekî hevpar, li gund û taxên navçeya Rezanê ya Amedê xebatên Newrozê bênavber didomînin. Belavokên bangawaziya tevlibûna Newrozê li gelek gûndên Rezanê, Bazara Pêncşemê, li esnafên taxa Şêx Şamil û Selahaddîn Eyyubî belav kirin û xelkê Amedê vexwendin pîrozbahiya Newrozê.