Girtiyê nexweş Ozkan ku nikaribû bê odeya SEGBÎS'ê nehat berdan 2022-03-17 16:43:17   EDENE - Girtiyê nexweş ê giran Mehmet Emîn Ozkan ku ji bo danişîna doza xwe nikaribû biçe odeya SEGBÎS'ê daxwaza wî ya berdanê nehat qebûlkirin û bi hinceta ku Doza Licê bi dawî nebûye nehat berdan.      Danişîna doza girtiyê nexweş ê giran Mehmet Emîn Ozkan (83) ku ji ber bûyerên di 22'ê cotmeha 1993'an de li navçeya Licê pêk hatine girtî ye û cezayê muebbetê lê hatiye birîn li 7'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Edenê hat dîtin. Ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê Ozkan ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî ye nikaribû bê odeya SEGBÎS'ê û tevlî danişîna doza xwe ya li Edenê tê dîtin bibe. Parêzera Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edenê Parêzer Yasemîn Dora Şeker û Parlamentera HDP'ê ya Edenê Tulay Hatîmogûllari tevli danişînê bûn.     Dozger, di danişînê de xwest ku li benda encama Doza Licê ya li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Îzmîrê tê dîtin bê sekinandin.    'OZKAN NIKARE BIMEŞE'   Parêzer Yasemîn Dora Şeker, di danişînê de mafê axaftinê girt û parastina muwekîlê xwe Ozkan kir. Şeker, di parastina xwe de bal kişand ser rewşa Ozkan û diyar kir ku Ozkan bi awayekî nehaq hatiye cezakirin û wiha got: "Divê bêyî ku li benda dosya li Îzmîrê bê sekinandina di vê dosyayê de tahliye çê bibe. Muwekîl nexweş e û weke ku di çapamenî jî dide rewşa wî giran e. Em qala kesekî ku nikare bê danişînê û bimeşe dike. 83 salî û gelek nexweşiyên wî hene. Di van şertan de em daxwaz dikin ku muwekîl bi awayekî lezgîn bê berdan. Heke ne berdan jî em daxwaza hepsa malê dikin. Em bangî wijdanan dikin, bêyî ku ev mirov bimire divê bê berdan."   WÊ LI BENDA DOZA LICÊ BE SEKINANDIN   Heyeta dadgehê, daxwaza parêzer red kir û bi hinceta ku Doza Licê ya li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Îzmîrê tê dîtin bi encam nebûye biryara berdewamkirina girtina Ozkan da û danişînê taloqî 30'ê hezîranê kir.    Piştî danişînê Rêxistina HDP'ê ya Edenê li ber Edliyeya Edenê daxuyaniyek da çapameniyê. Di daxuyaniya ku gelek HDP'î lê amade bûn de Parlamenter Tulay Hatîmogûllari axivî. Hatîmogûllari bertek nîşan bernedana Ozkan da û xwest ku Ozkan demildest bê berdan.