ROJEVA 18'Ê ADARA 2022'YAN 2022-03-18 09:00:30 * Xwîşka Mazlum Dogan, Serap Mutlu destnîşan kir ku îşkenceyek giran li Mazlum Dogan hatibû kirin û li hemberî vê yekê bi moral hatibû hevdîtinê û ji malbatê re wiha gotibû: "Dê tiştên gelek xweş çêbibin". * Welatiyên ku behsa Newrozên salên 90'î kirine gotin: "Wê çaxê kurd hemû yek bûn. Hemûyan pişta hev digirt."    * Nûnerên partiyên sosyalîst diyar kirin ku têkoşîna hevpar a li dijî şer, zilmê û kedxwariyê dê di Newrozê de li hev kom bibe û ji bo tevlibûna Newroza Stenbolê bang kirin.    * Li Cizîrê welatiyên ku ji bo şal û şepik, kiras û fîstanan çêbikin çûn ser terziyan gotin: "Em ê bi reng û dengê xwe li qada Newrozê bin."    * Endamê Komîteya Amadekar a Newroza Îzmîrê Erkan Gokber, diyar kir ku eleqeyeke zêde ji bo amadekariyên Newrozê heye û got: "Newroz, dê pêngava ewil a xurt a Tifaqa Demokrasiyê be. Em bang li her kesî dikin ku xelekên koletiyê bişîkinin û daxilî nav têkoşîna yekbûyî bibin."    * Bakî Zengîn, kurê Haci Zengîn ê ku di Newroza 2012'an a Stenbolê de ji ber bombeya gazê ya polîsan jiyana xwe ji dest dabû, destnîşan kir ku kurd ji bo Newrozê bedêlên giran dane û dê wê rojê li Qada Yenîkapiyê bin.   * Hasîbe Îlgen a 25 sal in bi ala DEHAP’ê tevli pîrozbahiyên Newrozê dibe diyar kir ku ew mecbûr in agirê Newrozê vêxin û dema ew girseya Newrozê dibîne gelek şanaz dibe.   * Mesût Gokhan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Xarpêtê tê ragirtin, diyar kir ku li girtîgehê nizama leşkerî tê ferzkirin û bi lêv kir ku girtiyên nexweş nayên dermankirin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 375'emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza endam û rêveberên DÎAYDER'ê dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê bê lidarxistin. (10.00)   * Amadekarî û şahiyên Newrozê dê li gelek navendan bên lidarxistin. (12.00-19.00)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin dê li Amed, Wan û Îzmîrê berdewam bike. (13.00-16.00)   * Şaxa ÎHD'a Stenbolê bi boneya Roja Pişteavniya bi Girtiyên Polîtîk re dê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.30)