Mazlum Dogan: Dê tiştên gelek xweş çêbin 2022-03-18 09:06:07 AMED - Xwîşka Mazlum Dogan, Serap Mutlu destnîşan kir ku îşkenceyek giran li Mazlum hatibû kirin û li hemberî vê yekê bi moral hatibû hevdîtinê û ji malbatê re wiha gotibû: "Dê tiştên gelek xweş çêbibin". Di salên 1980’yî de ku darbeya 12'ê Îlonê wek tariyek faşîzmê li ser welat belav bûbû, girtiyên Zindana Amedê jî li ber xwe didan. Yek ji van girtiyan jî Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mazlum Dogan bû. Dogan roja Newroza 21’ê Adara 1982’yan li dijî îşkenceyê dawî li jiyana xwe tîne. Dogan bi vê berxwedana xwe ya dîrokî wezîfeya Kawayê Hesinkar a li dijî Dehaq pêk anî û ew bû wek Kawayê hemdemîn.    Xwîşka Mazlum Dogan, Serap Mutlu ya ku şahidiya wê pêvajoyê kir hest û ramanên xwe bi wesîleya salvegera berxwedana kekê xwe ji ajansa me re parve kirin. Mutlu diyar kir ku birayê wê Mazlum ji ber ku malbata wê çûbû serdana wê tevî ku îşkenceyek giran jî lê hatibû kirin jî nedixwest malbat ji ber vê yekê xemgîn bibe. Mutlu got Mazlum Ji bo ku dilê malbatê xweş bike û hevî bide wan ji wan re vê mizginiyê dide: "Xeman nexwin, dê tiştên gelek xweş çêbin.”   ‘DIVÊ EM LI BER XWE BIDIN’   Mutlu derbarê hevdîtinek malbatê ya bi Mazlum Dogan re kir û wiha axivî: "Dema ku em çûn hevdîtina wî, me zanibû ku îşkence li wan hatiye kirin. Taybetî jî dema ku em diçûn serdanê tevî wî hemû girtiyên derdikevin hevdîtinê ji bo ku carek din malbat neyên, îşkence li wan dihat kirin. Me jî ji ber vê yekê jê re got ku hinek bi xebera wan bikin da ku îşkenceyê li we nekin. Wî jî ji ber vê yekê got, ‘Eger ku em bi gotina wan bikin daxwazên wan xelas nabin. Em wekî wan bikin em dê biqedin. Divê em li ber xwe bidin. Em encax bi vî awayî dikarin bi ser bikevin’.”    ‘XIZMATKARÊ GELÊ XWE ME’   Mutlu di hevdîtineke birayê xwe de qala niqaşekî ji bo berdana wî wiha got: “Dayik û bavê min ji bo ku Mazlum ji girtîgehê derbikeve jê re dibêjin ku hinekî li me jî binêre, bi malê re eleqedar bibe. Mazlum bersiva wan dide û dibêje, ‘Hûn 5-6 kes in lê gele kurd ne sed dused kes e, topyekûn gelê kurd e. Ez dixwazim xizmeta tavahiya gelê xwe bikim’. Mazlum di rêya xizmeta gelê xwe de canê xwe ji dest da.”    ‘RUHÊ BERXWEDANÊ XURT KIR’    Mutlu li ser polîtikayên wê demê rawestiya û wiha behsa bandora çalakiya Mazlum Dogan kir: "Mazlum li gor ruhê demê bû, dizanibû çi çax dê çi bê kirin. Di girtîgehê de bi îşkenceyan dixwestin ku kurd ji xwe şerm bikin û kes nêzî wana nebe. Bandora teslîmiyetê di nav gel de gelek belav bûbû. Mazlum got ku 'Teslîmiyet dibe îxanetê, berxwedan dibe serkeftinê'. Bi çalakiya xwe ya fedaî windahiyên 20 salan da sekinandin. Ruhê berxwedanê xurt kir, bû hevî…”    ‘QESTA WÎ JI TIŞTÊN XWEŞ ÇALAKÎ BÛYE’    Mutlu bal kişand ser çûna dayik û bavê xwe ya ku hefteyek piştî çalakiya Mazlum Dogan çûne girtîgehê û wiha axivî: “Piştî ku Mazlum ji malbatê re gotibû dê tiştên xwe çêbin dê û bavê min li benda agahiyekî baş bûn. Dema ku hefteyek şûnde çûn serdanê, li girtîgehê gotegotek belav bûbû. Digotin ku yek ji Depê hatiye kuştin, pir jêhatî, pir heyf bûye. Bavê min dibêje Kebê (Kebîre) ev pir jehatî be, ji Depê be ev Mazlum e. Diya min jî dibêje Kazo (Kazim) tu ji ku dizanî ev Mazlum e. Em pişt re hînbûn ku Mazlum bûye û birayê min bi gotina 'tiştên xweş' vê yekê qest dikir.”     ‘XWEDÎ LI BERXWEDANA WAN DERBIKEVIN’   Mutlu da zanîn ku divê destketiyên kurdan ên bi bedelên giran hatine bidestxistin bên parastin û lazim e serkeftina kurdan bê teqezkirin û got: “Mazlum gel ronî dikir. Divê wekî Mazlum rastiya gel ji gel re bê vegotin. Bedelên hatine dayîn divê ji kurdan re bên parvekirin. Mazlum li dijî Esat Oktay sekinî. Divê em xwedî li berxwedana wî û hevrêyên wî derbikevin, em li ber xwe bidin, li şehîdên xwe xwedî derbikevin.”     ‘DIVÊ AGIRÊ NEWROZÊ GEŞTIR BIBE’   Mutlu di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: "Dema ku ez agirê Newrozê dibînim Mazlum û hevalên wî tên bîra min. Divê agirê Newrozê her sal geştir bibe, tevlîbûna Newrozê xurttir bibe. Dema ku tevlibûn xurt be ev xurtbûn belavî hefsê jî dibe, belavî çiya jî dibe, belavî her derê dibe.”    MAZLUM DOGAN KÎ YE?   Mazlum Dogan di sala 1955'an de li gundikê Seyîdan ê bi ser gundê Goman a navçeya Mêzgirda Dersimê hatiye dinê. Dibistana seretayî li gund, dibistanên navîn jî li navçeya Depê ya Xarpêtê xwendiye. Pişt re ji bo lîseyê çû Dibistana Mamosteyan a li Dersimê. Dogan û komek hevalên xwe ji ber sekna xwe ya polîtîk sûrgûnî dibistana Mamosteyan a Balikesîrê tên kirin. Dogan di bin şertên sirgûnê de lîseyê diqedîne. Pişt re li Zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê beşa aboriyê qezenc kir û ji ber ku tevlî xebatên polîtîk bibe zaningehê terk dike. Li Batmanê dest bi xebatanê rêxistinî dike. Demek şûnde dema ku derbasî Rihayê dibe, di navbera rêya Amed û Rihayê de tê girtin û wî dixin Zindana Amedê.   MA / Mahmut Altintaş - Racî Abî