'Newroz meşaleya yekitiyê ye' 2022-03-18 09:06:08 AMED - Welatiyên ku behsa Newrozên salên 90'î kirin gotin: "Wê çaxê kurd hemû yek bûn. Hemûyan pişta hev digirt."  Amedî li benda Newroza îsal in ku dê bi dirûşmeya "dem dema serkeftinê ye" di 21'ê Adarê de li Parka Newrozê bê pîrozkirin. Welatiyên ku di salên 90'an de li tax û kuçeyan Newroz pîroz dikirin, behsa coşa Newrozên berê kirin.    Şêniya Sûrê Emîne Altan a 70 salî got: "Me li mala xwe, li bax û baxçeyên xwe Newrozê pîroz dikir. Me agir vêdixist. Em di wan Newrozan de hîn bûn ku Dehqaê zalim ciwanên kurd kuştine." Altan, bilêv kir ku piştî di sala 1994'an de gundê wan ê girêdayî Nisêbînê hatiye şewitandin hatine Sûrê. Altan, diyar kir ku wan salan li Sûrê, li Parka Koşûyolûyê, li navçeya Rezanê Newroz pîroz kirine û got: "Me lêdan dixwar, av diavêtin me, gaz diavêtin me. Lê dîsa jî me Newroza xwe pîroz dikir."    RUHÊ SALÊN 90'Π   Altan, diyar kir ku her kes li hev kim dibû û got: "Me çi bikira me bi hev re dikir. Wê rojê te digot qey daweta me hemûyan e. Me kincên xwe yên herî xweşik li xwe dikirin. Jixwe me hemûyan kincên herêmî li xwe dikir. Em bi def û zirnê diçûn qadê. Me li ku cihek bidîda me Newroz li wir pîroz dikir. Qad ji bo me ne girîng bû. Heke dilê me û pîrozkirinê hebûna me lis er xaniyên xwe jî pîroz dikir. Berê kal û pîrên me behsa çîroka Newrozê dikirin. Gava em mezin bûn, me fêm kir ku Newroz lihevkombûn e. Wê çaxê kurd hemû yek bûn. Hemûyan pişta hev digirt. Jixwe tişta ku em dixwazin jî yekitiya kurdan e."    KELECANA NEWROZÊ   Mehmet Zonî ku 22 sal berê gundê wan ê li Mêrdînê hatiye şewitandin û hatiye navçeya Sûrê, bibîr xist ku berê sê roj û sê şevan Newroz pîroz dikirin. Zonî got: "Coş û kelecanek mezin çêdibû. Ji lew re wê çaxê kurd dihatin înkarkirin. Berê me nikaribû bigota 'em kurd in' jî. Lê gava me Newrozê pîroz dikir em hemû dibûn kurd."    Zonî, diyar kir ku di Newrozan de bîr û baweriya wan a jiyana hevpar xurtir dibû û got: "Jixwe kelecana pîrozbahiyê jî ev bû. Dirûşma wê çaxê 'Kurdistan' bû. Beriya wê 'Ey Reqîb' hebû. Ji sala 19462an, ji dema avakirina Komara Kurdistanê heya niha tim hewl dan pêşiya vê coş û kelecanê bigirin. Piştî Komara Kurdistanê bi kîn û nefretê berê xwe dan me."    MEHA ADARÊ MEHA NEWROZÊ   Nîzam Kahraman jî behsa bîranînên xwe yên Newrozên li Seyrantepeyê dihatin pîrozkirin kir. Kahraman, bilêv kir ku li Pasûr û Bismilê agir vêdixistin û Newroz pîroz dikirin û got: "Me 9-10 rojan li ser hev Newrozê pîroz dikir. Her taxek di rojekê de Newroz pîroz dikir. Gava meha adarê dihat me digot, 'ev meha Newrozê ye.' Em di yekê adarê de kêfxweş dibûn. Ev kêfxweşiya me heya piştî 21'ê Adarê jî dewam dikir. Wê çaxê te li kê mêze bikira rûken bû. Gel doz aştî û aramiyê dike. Newroz jî meşaleya van hêviyan e."    MA / Ceylan Şahînlî