Kurê Haci Zengîn: Em ê li qada Newrozê bin 2022-03-18 09:09:57 STENBOL - Bakî Zengîn, kurê Haci Zengîn ê ku di Newroza 2012'an a Stenbolê de ji ber gaza îsotê ya polîsan jiyana xwe ji dest dabû, destnîşan kir ku kurd ji bo Newrozê bedêlên giran dane û dê wê rojê li Qada Yenîkapiyê bin.    Newroz ku gel wê wekî cejna vejînê û biharê pîroz dikin, ji bo gelê kurd xwedî wateyeke berxwedan û azadiyê ye. Çendî bi salan li gelek deveran hat qedexekirin jî, cardin kurdan dev ji pîrozkirina wê berneda. Yek ji van Newrozên hatin qedexekirin jî ya 2012'an a Stenbolê bû. Tevî hemû astengî û qedexeyan jî bi hezaran kes berê xwe dabû Qada Kazliçeşmeyê. Li vira polîsan êriş biribû ser girseyê. Di êrişa polîsan de rêveberê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ê navçeya Arnavûtkoyê Haci Zengîn bandor ji gaza îsotan a polîsan girtibû û ji ber vê qeyrana dil derbas kiribû û jiyana xwe ji dest dabû.    Bakî Zengîn (32) kurê Haci Zengîn, diyar kir ku wê rojê bavê wî şeveqê zû tevî apê xwe û cîranên xwe çûye qada Newrozê û got: "Li gor tiştên ku apê wî gotin, heya Topkapiyê meşiyan e. Paşê polîsan bi gaza îsotan êriş biriye ser wan û bi copan li bavê min xistine. Gava çûne qada Newrozê, nehiştine têkevin hundirê qadê. Li vira jî polîsan bi gazê êriş biriye ser wan û li wan xistine. Gava bavê min hat malê piştî kêliyekê tevî birayê min daket jêrê. Gava li ber malê rûniştibû krîza dil derbas kir."    Zengîn, anî ziman ku bavê xw erakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Aranavûtkoyê, lê gava wî rakirine nexweşxaneyê bavê wî di rê de jiyana xwe ji dest daye û bijîşkan ji wan re gotiye qeyrabeke veşarî çêbûye. Zengîn, bilêv kir ku li gor agahiyên ku parêzeran dane wan gaza polîsan bandorek mezin i qeyrana dil kiriye û got: "Jixwe astim bi bavê min re hebû. Polîsan jî gaz bera wan daye û li wan xistiye. Otopsî jî hat kirin. Lê ji me re gotin, piştî çend saetan gaz ji laş derketiye. Lê em ê dev ji vê bernedin û dê lêgerîna me ya ji bo edaletê bidome."   XWESTIN SER BÛYERÊ BIGIRIN   Zengîn, destnîşan kir ku gelê kurd tim bi bêhiqûqîtiyan re rû bi rû dimîne û got: "Di vî warî de tahde li gelek mirovên me hatiye kirin. Li holê cinayetek heye. Wê çaxê xweşikî delîl nehatin berhevkirin. Qeydên kamerayan me bi xwe vekolandin. Lê vê carê jî rabûn pêşiya me girtin. Ser vê bûyerê nixumandin. Deh sal derbas bûye, lê lêpirsînek baş nehatiye kirin. LI holê ger sûcek hebe, bila darizandinek adil jî hebe. Bila baş bê vekolandin û sûcdar bên cezakirin. Lê ji ber ku biryar ji jorê tên, em pir ne bihêvî ne."     ‘ME QET DEV JÊ BERNEDA'   Zengîn, diyar kir ku ji roja ku bavê wî jiyana xw eji dest daye rojên wan ên Newrozê xemgîn derbas dibin, lê tu carî dev ji pîrozkirina Newrozê bernedane. Zengîn got: "Bavê min ji bo tiştên baweriya xwe bi wan anîbû jiya. Ji xeynî karê xwe piraniya wextê xwe ji bo doza ku bawerî pê anîbû derbas dikir. Li taxê, li herêmê, li navçeyê bi awayekî çalak dixebitî. Tu Newroz nema tevlê nebû. Berê jî çendî NEwroz qedexe bûn jî tevli hemûyand ibû. Têkoşîna xwe domand."    ‘EM Ê LI QADA NEWROZÊ BIN'   Zengîn, anî ziman ku Newroz ji bo gelê kurd berxwedan û serîhildana li dijî neheqiyan e û ji bo Newroza Stenbolê ku dê li Qada Yenîkapiyê bê pîrozkirin bang kir: "Ji bo Newroz bi azadî bên pîrozkirin gelê kurd bedêlên giran dan. Geh bi canê xwe geh jî bi xwîna xwe ev bedêl dan. Lê qethiyen paş de gav neavêtin û tim li qadan bûn. Hêvîdarim îsal jî gelê me bi coş, bi hêvî û bi berxwedanê qadan tije bike. Em ê jî li qada Newrozê bin."    MA / Esra Solîn Dal