Li girtîgehê nîzama leşkerî tê ferzkirin 2022-03-18 10:14:33   ŞIRNEX - Mesût Gokhan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Xarpêtê tê ragirtin, diyar kir ku li girtîgehê nîzama leşkerî tê ferzkirin û  bi lêv kir ku girtiyên nexweş nayên dermankirin.    Mesût Gokhan ê 38 salî ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Xarpêtê li hucreya yek kesî tê ragirtin, zextên li girtîgehê diqewimin ragihandin. Gokhan ê di sala 2009’an de hat girtin û ji doza jê dihat darizandin cezayê muebbetê yê girankirî lê hatibû birîn, bi salan e di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Gokhan, di 15’ê Adarê de bi malbata xwe re bi telefonê axivî û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê diqewimin ragihandin. Gokhan, da zanîn ku tevî ku di hucreya yek kesî de ye jî nîzama eskerî lê tê ferzkirin û anî ziman ku dema pêkanîn qebûlnekirin jî gardiyan êrişî wî dikin.    Gokhan ê beriya niha dema di Gulana 2017’an de ji Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Bûcaya Îzmîrê sewqî Girtîgeha Tîpa L a Kîlîsê hatibû kirin, di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî lê hatibû ferzkirin û gardiyanan êrişî wî kiribûn. Gokhan ê gardiyanan cilên wî çirandi bûn û avêtibûn nav feleqeyê tevî ku nedikarî li ser pêyan bisekine jî sewqî nexweşxaneyê nehatibû kirin. Gokhan ê bi salan e li girtîgehê rastî gelek zext û zoran hatiye, li dijî binpêkirinên mafan ên diqewimin banga hestiyariyê li raya giştî kir.    NÎZAMA LEŞKERÎ FERZ KIRIN   Gokhan, da zanîn ku axaftina wan a bi telefonê ji 20 deqîqeyan daxistine 10 deqîqeyan, hevdîtinên wan ên vekirî ji saetekê daxistine 45 deqîqeyan û wiha got: “Dema em ji bo axaftina bi telefonê an jî ji bo revîrê û hevdîtina vekirî derdikevin gardiyan meşa nîzama leşkerî ya yek rêzî ferz dikin. Dema em vê qebûl nakin jî gardiyan êrişî me dikin. Lêgerînê qawişê yên beriya niha mehê carekê dihatin kirin niha hefteyê carekê tên kirin. Dema lêgerînan de qawişa me ser û bin dikin.”   GIRTÎ NAYÊN DERMANKIRIN   Gokhan, bal kişand ku rewşa girtiyên nexweş xeternak e û wiha berdewam kir: “Li girtîgehan gelek girtiyên nexweş hene. Hevalê me Fevzî Dîlan nexweşê epîlepsiyê ye. Ji ber hin caran qeyranê derbas dike nikare tena serê xwe bimîne. Lê rêveberiya girtîgehê wî di hucreya yek kesî de digire. Hevalê me Fevzî hefteya borî qrîz derbas kir û piştî bi saetan li erdê dimîne ji nû ve mudaxileyî wî dikin. Dema peywîrdarên revîrê hatin kontrolê, ji me re gotin ‘heke were ber mirinê gazî me bikin’ û bêyî hevalê me yê nexweş derman bikin çûn.”   BANGA PIŞTEVANIYÊ   Gokhan, bi van gotinan banga piştevaniyê li raya giştî kir: “Morale me bilind e. Em li dijî ferzkirinên bêrûmetkirinê li ber xwe didin, serê xwe natewînin. Divê mirovên li derve piştevaniya me bikin.”