Qoser ji pîrozbahiya Newrozê re amade ye 2022-03-18 10:31:18   MÊRDÎN - Endamên Komîteya Amadekar a Newroza Qoserê diyar kir ku amadekariyên wan temam bûne û ji bo pîrozbahiya sibê banga beşdariyê li xelkê navçeyê kirin.    Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê sibê pîrozahiya Newrozê li Qada Otogarê tê lidarxistin. Komîteya Amadekar a Newroza Qoserê ragihand ku amadekariyên pîrobahiya wan temam bûye. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê qeyûm danîne şûna wî û gelek siyasetmedar beşdarî pîrozbahiya Newrozê dibin. Endamên Komîteya Amadekar banga tevlibûna pîrozbahiyê li xelkê navçeyê kirin.    Endamê Komîteya Amadekar Mahmut Damar da zanîn ku ji bo gelê Qoserê Newroz tê wateya serkeftin û azadiyê û ew bi hestên germahiya Newrozê xwelkê navçeya xwe vedixwînin pîrozbahiyê.    BI RUH Û KELECANA SALÊN 90’Π   Ji endamên Komîteya Amadekar Aysel Ayav jî banga tevlibûnê li xelkê Qoserê kir ku sibê bi ruhê berxwedan û azadiyê biherikin qada Newrozê û got: “Îro jî wî ruhê Newrozên salên 90’î heye û geş e. Ew ruh didome. Em gelê xwe bi ruh û kelecana salên 90’î vedixwînin qada Newrozê.”    AMADEKARÎ TEMAM BÛNE   Ji endamên Komîteya Amadekar a Newrozê Mehemt Fatîh Ozturk jî diyar kir ku amadekariyên wan Newrozê temam bûne û ew li benda xelkê xwe ne ku bi girseyek zêde tevli pîrozbahiyê bibin û pîrozbahiyek xweş li dar bixin.