Malbata Şenyaşar: Em ê teslîmî tirsê nebin 2022-03-18 12:40:21   RIHA - Malbata Şenyaşar a ku Nobeda Edaletê didomîne got: “Em ê teslîmî tirsê nebin.”    Beriya hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar kirin û sê ferdên malbatê kuştin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ji bo di dozê de edalet pêk were û dosyeya qetlîama li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bê vekirin, ferdê malbatê Fadil Şenyaşar ê girtî ye bê berdan, ji 9’ê Adara 2021’an ve li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digire. Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 375’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ji ber nexweş bû îro tevli nobedê nebû û Ferît Şenyaşar çalakiyê li ber edliyê domand.    Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê vê peyamê belav kir: “Hewldan û têkoşîn hêviyê diafirîne. Em bi hêvî ne, çimkî 375 roj in li ber Edliyeya Rihayê bi milyonan kes xwedî li me derket û em ji bo heqê xwe têdikoşin. Em ê teslîmî tirsê nebin.”