Ji bo gelek bajaran destûra pîrozbahiya Newrozê hate dayîn 2022-03-18 12:53:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Serlêdanên ji bo pîrozbahiyê yên Newroza Şirnex, Enqere, Konya û Eskîşehîrê hatin qebûlkirin.    Ji bo pîrozkirinên Newrozên li Botan û Serhedê û Xarpêt, Enqere, Konya û Eskîşehîrê serlêdan hatibûn kirin. Destûr ji bo hemû serlêdanan hatin dayîn û xebat û amadekariyên Newrozan berdewam dikin.    ŞIRNEX   Ji bo pîrozbahiyên Newrozê yên Botanê ku dê di 19, 20 û 21’ê adarê de bên lidarxistin, destûr hate dayîn. Di vê çarçoveyê de dê di 19’ê adarê de li navenda Şirnexê û navçeyên Qileban û Basayê; di 20’ê adarê li Silopiyayê û di 21’ê Adarê de jî li Hezex û Cizîrê Newroz bê pîrozkirin.    Newroza Şirnexê dê di 11.00’an de li Xaçerêya Sanayiyê ya li pêşiya Zanîngeha Şirnexê dest pê bike. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran dê weke axaftvan beşdarî Newrozê bibe. Di Newrozê de Koma Hîvron, hunermend Kadîr Çat û Şiyar Berwarî dê derkevin ser dikê.    Pîrozbahiya Qilebanê dê saet di 11.00’an de dest pê bike û parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, endama Meclisa Jinan a HDP’ê Gulistan Sonuk û Hevseroka HDP’a Şirnexê Sabûha Akdag dê weke axaftvan beşdarî pîrozbahiyê bibin. Her wiha hunermend Baran Çelebî û Umut Botan jî dê derkevin ser dikê.     Li navçeya Basayê dê pîrozbahiya Newrozê saet di 11.00’an de li Qada Bazarê dest pê bike. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz û aktîvîsta TJA’yê Guler Tunç dê weke axaftvan beşdarî pîrozbahiyê bibin. Di pîrozbahiyê de dê Koma Awazên Botan dê derkeve dikê.    Pîrozbahiya Silopiyayê dê saet di 13.00’an de dest pê bike û parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş dê weke axaftvana beşdar bibe. Koma Hîvron, Batman Kollektîf û hunermend Cevdet Bagca dê derkevin ser dikê.    Fînala Newrozên Botanê wê di 21'ê Adarê de dê li Cizîrê pêk bê. Wê pîrozbahî saet di 11.00’an de li Qada Newrozê dest pê bike. Wê Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskin Bayindir û Parlamentera HDP'ê Şirnaxê Nûran Îmîr weke axaftina dê tevlî Newrozê bibin. Koma Lawje, Hunermend Pinar Aydinlar, Şerzad, Şiyar Berwarî û Nesîm Arsû jî wê di Newrozê de dê derkevin ser dikê.    XARPÊT   Wê Newroza Xarpêtê li navçeya Depê sibê bê pîrozkirin. Ji bo Newrozê destûr hat dayîn. Wê pîrozbahiya Newrozê sibê saet di 11.00'an de li Qada Termînalê ya Navçeyê bê pîrozkirin. Wê Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştû Tiryakî tevlî pîrozkirina Newrozê bibe.    ENQERE, KONYA, ESKÎŞEHÎR   Ji bo newrozên wê li Enqere, Konya û Eskîşehîrê bi pêşengiya Platforma Hêzên Ked û Demokrasiyê bên pîrozkirin, destûr hatin dayîn.    Newroza li Enqerê wê di 20'ê adarê de saet di navbera 13.00-16.00'an de bê pîrozkirin. Parlamentera HDP'ê ya Enqerê Fîlîz Kerestecîoglû û Endamê Meclisa Partiyê ya HDP'ê Doğan Erbaş tevlî pîrozkirinê bibin. Her wiha wê hunermend Mehmet Atli û Koma Mûnzûr jî di Newrozê de derkevin ser dikê.    Newroza li Konyayê wê di 21'ê Adarê de li Qada Bazara Duşemê saet di navbera 13.00-17.00'an de bê pîrozkirin. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya tevlî Newrozê bibe. Koma Şitlên Azad û Hunermend Ozlem Baglayan jî dê di Newrozê de derkevin ser dikê.    Newroza li Eskîşeîr wê di 20'ê Adarê de li Qada Şaxan saet di 11.30'an de bê pîrozkirin. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Oya Ersoy wê tevlî pîrozbahiyê bibe. Koma Tersname, Barişa Ezgiler û Koma Eren jî wê li Newrozê derkevin ser dikê.    JI BO SERHEDÊ JÎ DESTÛR DERKETIN    Li herêma Serhedê ku duh Newroza yekemîn li Erdîşê hat pîrozkirin jî ji bo hemû pîrozbahiyên Newrozê yên di navbera 19-21'ê adarê de destûr hat dayîn. Li gorî vê wê di 19'ê adarê li Îdir û Panosê; di 20'ê adarê de li Wan, Kop, Colemêrg û Tetwanê; di 21'ê Adarê de jî li Agirî, Erdexan, Tatos, Gever, Qers û Mûşê Newroz bê pîrozkirin.