Derket holê ku polîsan îşkence li cenazeyê Mehmet Aslan kirine 2022-03-18 13:38:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Rihayê piştî 2 polîs hatibûn kuştin, polîsan bi operasyonekê Mehmet Aslan kuştibû. Dîmenên ku dema polîs li cenazeyê Aslan îşkenceyê dikin derketin holê.    Di 9’ê Adarê de li ser Cadeya Mevlana ya navçeya Halîliye ya Rihayê 2 polîs ji aliyê Mehmet Aslan (42) ê polîsan xwest wesayîta wî bisekinin ve hatibûn birîndarkirin. Polîsên bi navê Cemal Bozkûrt (32) û Abdûllah Yasîr Bînîcî (30) ku rakiribûn nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabûn.    Ji bo ku Mehmet Aslan ê ji cihê bûyerê reviyabû were girtin, polîsên tîmên taybet piştî rojekê li gundê Kaynakli yê li ser rêya Riha û Mêrdînê operasyonek dabûn destpêkirin û di operasyonê de Aslan jiyana xwe ji dest dabû.    Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû agahiya mirina Aslan li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ragihand. Nûçeya mirina Aslan bi serenavê “Bersûcê di qewarê de xwe veşartibû di pevçûnê de hat kuştin”di çapemeniyê de hat serwîskirin. Di wêneyên hatibûn kişandin de şopên lêdanê xuya dikirin. Dîsa di wêneyan de hin kesên bi çekên lûle dirêj li ser serê cenazeyê wî disekinîn jî dihat dîtin.    DÎMENÊN LÊDANÊ DERKETIN HOLÊ    Di dîmênên ku ketine medya dîjîtal û hat diyarkirin piştî kuştina Mehmet Aslan hatine kişandin de tê dîtin ku polîs Aslan ê bê liv û tevger li erdê dirêjkiriye didin ber pêhnan.    ‘POLÎS BI CILÊN SIVÎL BÛN’   Ferdên malbatê ku di cenazeyê Aslan de axivîn, diyar kirin ku dijminên Aslan hebûn û beriya bûyerê 4 rojan gule li mala wî hatibûn barandin. Ferdên malbatê îdia kir ku Aslan, polîsên bi cilên sivîl wesayîta wî sekinandine weke dijminên xwe hesibandine û gule berdanê.