Malbata Şenyaşar: Israra dayikan wê edaletê bîne 2022-03-26 11:38:04   RIHA - Malbata Şenyaşar a têkoşîna xwe ya Edaletê didomîne ev peyam da: “Israra dayikan wê êdaletê bîne.”   Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 383’yan de didome. Ji ber dawiya hefteyê edliye girtiye, malbat nobedê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsa Rihayê didomîne.    Malbatê li ser hesaba xwe ya medya dîjîtal hesaba Wezareta Dadê etîket kir û ev peyam parve kir: “Em helwesta darazê ya serbixwetî û bêalîtiyê di dozên siyasî de dibînin. Em îro dibînin ku wijdana kesên daraz anîne ber mirinê jî nema ye. Israra dayikan wê edaletê bîne.”