KCK: Tirkiye û PDK bi hev re amadekariya operasyonê dikin 2022-03-26 12:11:02   NAVENDA NÛÇEYAN - KCK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Tirkiye ji bo operasyoneke li derveyî sînor di nava amadekariyên nû de ye û wiha got: “Divê PDK tev li vê vê dagirkeriya qirêj nebe. Ji ber ku ev dagirkerî wê ji bo gelê me û welatê me rê li ber bobelatên mezin veke.”   Operasyona ku Tirkiyeyê di 23’yê nîsana sala 2021’an de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê daye destpêkirin, nêzî salek berdewam e. Operasyon, bi hevkariya hêzên taybet ên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tê berdewamkirin. Di demên piştre de pêşmergeyên Roj û komên girêdayî OSO’yê jî beşdarî operasyonê hatin kirin. Lê dîsa jî nekarin pêşbikevin. Berevajî pêşketinê, hêzên artêşa Tirkiyeyê neçar man ku xwe ji gelek cihan vekişînin.    Her ku operasyon xitimî, hevdîtinên dîplomatîk ên di navbera Enqere û Hewlêrê de jî zêdetir bûn. Wezîrê Parastinê Hulusî Akar û Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan piştî hevdîtinên li Herêma Federal a Kurdistanê, vê carê jî Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re hevdîtin kirin. Êdî ev hevdîtin, her ku çû zêdetir bûn. Piştî ku hevdîtinên di navbera Enqere û Hewlêrê de zêde bûn, Komên Civakên Kurdistanê (KCK) daxuyaniyek weşand û diyar kir ku Tirkiye bi hevkariya PDK’ê amadekariya operasyoneke nû dike.    Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:    “Di serî de li bakurê Kurdistanê, di Newrozê de li her parçeyên welatê me û li derveyî welat bi milyonan kes daketin qadên azadiyê. Gelê me girêdayîbûna xwe ya bi Rêber Apo re diyar kirin û li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê jî peyamên berxwedan û têkoşînê dan. Newroza 2022’yan diyar dike ku têkoşîna azadiyê ya ku 50 sal in didome, rastiya gel a berxwedêr, azadîxwaz û di her şertan de girêdayî nirxên xwe ava kiriye. Îro dema ku gelê me bi awayekî bi heybet Newrozê pêşwazî dike, ev tişt bandorê li ser dinyayê jî dike. Ji aliyê din ve jî faşîzma AKP û MHP’ê ya ku li hemberî têkoşîna bi heybet a gelê me tehamûla wê nîne, di rojên dawîn de derketiye holê ku biryar daye qetlîamên nû bike û tevgerên dagirker bide destpêkirin.   PDK BÛYE ASTENG KU TC TÊK BIÇE   Dewleta tirk a faşîst ji sala 1982’yan û vir ve li hemberî tevgera me operasyonên leşkerî dike, di bihara 2021’an de jî Garê di serî de li ser başûrê Kurdistanê tevgereke dagirker dabû destpêkirin. Li hemberî vê tevgera dagirker hêzên me yên gerîla bi berdêlên giran berxwedanek nîşan dan û heta dereceyeke mezin planên dijmin pûç kir. Gerîla li Garê, Werxelê, Mamreşo, Zendûra û Girê Sor qehremaniyeke mezin nîşan dan. Şehîdên me heta kêliya dawî jî li hemberî dagirkeriya dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistanê bi qehremanî li ber xwe dan lê PDK’ê piştgirî dida dewleta tirk. PDK’ê di vê serdemê de agahî dida dewleta tirk û bi provokasyonên li hemberî qadên gerîlayan, li pêşiya têkçûna dewleta tirk bûye astengiyeke mezin.   PDK JI BO ŞER AMADEKARIYAN DIKE    Di sala nû ya têkoşînê de di nav çapemeniya başûrê Kurdistanê tê nîqaşkirin ku wê dewleta tirk dest bi tevgereke dagirker bike û ji bo vê jî bi PDK’ê re li hev kirine û plansaziyeke hevpar çêkirin. Li gorî nûçeyên di çapemeniya başûrê Kurdistanê de; PDK dê îsal yekser tev li tevgera dagirkeriyê bibe û tê diyarkirin wê pêşmergeyan li hemberî gerîlayan têxin şer. Me bi wesîleyên cihê ev agahî li raya giştî belav kir. Lê ligel van tiştan jî tê nîqaşkirin ku PDK’ê dev ji tevlibûna operasyona dagirker bernedaye û ji bo şer amadekariyan dike.   HEWLDANÊN REWAKIRINA ŞER    Li gorî agahiyên di çapemeniyê de derdikeve û gihiştine ber destê me; ji bo PDK karibe bi awayekî çalak tev li operasyona dagirkeriyê ya dewleta tirk bibe û vê tevlibûna xwe rewa nîşan bide, dê hinek çalakiyên provokatîf bike. Li gorî vê yekê; planeke şerê taybet dê bi nûçeyên derew raya giştî ya kurdan li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê sor bike. Heke ev jî bi ser nekeve, wê pêşmerger hinek êrişên ku xisarê bide gelê Başûr bike û wê van êrişan têxin stûyê gerîlayan. Hinek malperên provokator ên girêdayî PDK’ê, ji niha ve ji bo zemîna van êrişan amade dike û dixwaze van tiştan rewa bike. Di çapemeniyê de jî derket holê ku qadên ku 20 sal in di bin kontrola gerîlayan de ye, di rojên dawîn de hêzên taybet ên PDK’ê bi çekên giran xwe li wir bi cih dikin. Ev gaveke gelekî xetere ye û xizmeta armanca dagirkeriya dewleta tirk dike.   DÊ RÊ LI BER BOBELETÊN MEZIN VEKE    Em wekî berê dîsa bang dikin ku divê PDK tev li vî şerê qirêj ê dagirker û planên faşîzma AKP û MHP’ê nebe. Heke PDK xwe bide kêleka hêzên dagirker ên dewleta tirk û li hemberî gerîlayan şer bike, dê ev tişt were wateya ku derbên giran li destkeftiyên demokratîk ên neteweyî yên gelê me û Kurdistanê were xistin. Heke PDK tev li dewleta tirk êrişî qadên gerîlayan bike ev tişt tê wateya êrişa li ser statuya Başûr û destkeftiyên wê. Divê PDK tev li vê plana dagirker nebe. Ev plan wê ji bo gelê me û welatê me rê li ber bobelatên mezin veke.   Bi vê wesîleyê em bang li Parlamentoya Başûrê Kurdistanê, partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî, saziyên fermî û raya giştî dikin ku li hemberî plana dagirker rabin û PDK’ê hişyar bikin. Em hemû gelê xwe û welatê xwe ji bo vê plana ku tê wateya tiştên xerab agahdar dikin û banga hestiyariyê dikin ku divê PDK tev li vê plana qirêj nebe.”