TUAY-DER’a Çukurova xwest rayedar bikevin tevgerê 2022-03-26 14:34:57   MÊRSÎN - Çûkûrova TUAY-DER’ê bal kişand ser mirinên li girtîgehan û binpêkirinên mafên girtiyan û xwest berpirsiyar bikevin tevgerê.    Komeleya Alîkariya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Çukurova (Çukurova TUAY-DER), têkildarî mirinên li girtîgehan diqewimin û binpêkirina mafên girtiyan li Parka Zarokên Azad daxuyanî da. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê û Dayikên Aştiyê piştgirî dan çalakiyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Berxwedêrên zindanan bêmirinin” hat vekirin.    BANG LI RAYEDARAN HAT KIRIN     Rêveberê TUAY-DER’ê Ergîn Altuntaş di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser binpêkirinên mafên girtiyan û pergala tecrîda li Îmraliyê û girtîgehên tîpên S’yê û xwest tavilê zext, tundî û îşkenceya li ser girtiyan bi dawî bibe û her cûre astengî û qedexeyên li ser mafên wan bên rakirin. Altûntaş bal kişand ser mirinên li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş û got: “Tedawîkirina girtiyên bi awayên dij hiqûqî tê astengkirin. Dermanên wan nadin wan. Dema dibin tedawiyê jî kelemçekirî tedawî dikin. Divê tevahiya girtiyên nexweş bên berdan. Di çend mehên dawî de gelek girtî hatin kuştin. Herî dawî jî li Girtîgeha Wanê Şervan Can Guder û li Girtîgeha Amedê Abdullah Boran ê 80 salî jiyana xwe ji dest da. Heke pêşiya vê yekê neyê girtin dê mirin zêdetir bibin. Bi sedan girtî cezayê wan tevî qediyaye jî nayên berdan. Ev sûcek qanûnî ye. Hem girtî hem jî malbat tên cezakirin. Em dixwazin dawî liv an binpêkirinên mafan were û em parêzvanên mafê mirovan û rayedaran vedixwînin berpirsiyarê û bila bikevin tevgerê.”