Başaran: Bi ruhê Newrozê tecrîd dikare bê rakirin 2022-03-26 16:26:09   STENBOL - Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku muxatabê pirsgirêka kurd Ocalan e û tecrîda li ser Ocalan bi têkoşîna milyonan kes ku qadên Newrozê tije kirin dikare bê rakirin.    Komeleya Piştevaniya Kesên Xizmên Xwe Winda Kirine (ANYAKAY-DER) û Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER) li restorantek navçeya Sancaktepeya Stenbolê bi malbatên girtiyan re civiyan. Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu, aktîvîstên TJA’yê, rêveberên HDP’ê, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî hevdîtinê bûn.    Hevdîtinê bi xwendina sirûda “Çerxa Şoreşê” û rêzgirtinê dest pê kir.   PIŞTEVANÎ DIKARE WAN MEZINTIR BIKE   Hevseroka MATUHAY-DER’ê Esîn Çelîk axaftina destpêkê kir û destnîşan kir ku heke ew piştevaniya hev bikin ew dikarin bêtir li ser pêya bimînin û têkoşîna xwe mezintir bikin.    BANDORA NEWROZÊ    Hevserokê ANYAKAY-DER’ê Ayhan Yildiz jî anîziman ku meha adarê meha ku kurd lê hatine qetilkirin û meha têkoşînê ye û got: “Her wiha meha pîrozbahiyê ye. Di Newrozê de bi milyonan kes xwedî li doz, serok û girtiyên xwe derket. Azadiya me nêzîk e.”    NOBEDA EDALETÊ    Dayika Aştiyê BEDİA Gokkuz jî destnîşan kir ku ew ê xwedî li girtiyên xwe derkevin.    Dayika girtî Yakup Akman, Fincê Akman Çaglayan jî diyar kir ku wan li ber Dadgeha Stenbolê dest bi Nobeda Edaletê kiriye û xwest her kes xwedî li çalakiya wan derkeve.    HÊVÎ Û TÊKOŞÎN    Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu jî diyar kir ku heta azadî were ser vê axê dê têkoşîna xwe bidomînin û divê malbat û xebatkarên saziyan mil bidin milê hev û hêvî û têkoşîna xwe mezintir bikin.    ‘MUXATAB OCALAN E’    Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî bal kişand êrişên li ser kurdan û 40 sal in li dijî gelê kurd şerê man û namene tê birêvebirin û dixwazin kurdan tune bikin û bêstatû bên hiştin. Başaran destnîşan kir ku di şexsê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li Kurdistan û Tirkiyê tecrîd tê sepandin û ev salek e agahî ji Ocalan nayê girtin. Başaran diyar kir ku muxatabê pirsgirêka kurd Ocalan e û tecrîda li ser Ocalan bi têkoşîna milyonan kes ku qadên Newrozê tije kirin dikare bê rakirin. Başaran xwest ku malbatên wan hêvî û baweriya xwe qut nekin û dê bi ruhê Newrozê serkeftin a gelê kurd be.