Nobeda Edaletê ya Wanê 100 roj li pey xwe hişt 2022-03-26 16:35:37   WAN - Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Wanê dabûn destpêkirin di roja 100’emîn de berdewam kir.    Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin a li Baroya Wanê dabûn destpêkirin di roja 100’emîn de berdewam kir. Nobeda Edaletê ya îro bavê girtî Botan Tîmûr, Kazim Tîmûr girt. Rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Tûşbayê serdana nobedê kirin.    Hevserokê HDP’a Tûşbayê Hakki Cemal diyar kir ku ew bi malbatên ku nobeda edaletê digirin re ne û xwest tavilê dawî li bêhiqûqa li ser girtiyan were û girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin bên berdan.